Walîtiyê aşkere kir: 2 eskerên birîndar mirin 2019-10-03 15:32:10 HATAY – Walîtiya Hatayê aşkere kir ku ji 7 eskerên di qezaya maşîneya eskerî de birîndar bûbûn, ji wan 2 esker mirin.   Eskerên TSK'ê, li kontara Çiyayê Amanosê yê Navçeya Belen a Hatayê derketin operasyonê. Maşîna ku cendirme suyar kiribûn di rêde qulipî. Di qezayê de 2 esker jê giran bi giştî 7 esker birîndar bûn. Eskerên di qezayê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên cuda yên Îskenderun û Hatayê. Walitiya Hatayê têkildarî qezayê agahî dan û got: "Saet di 11.00'an de li navçeya Belen a Hatayê qeza pêk hatiye. Di qezayê de 7 esker birîndar bûne. Di qezayê de 2 çawîşê pispor tevî hemû mudaxaleyan nehatin xelaskirin û jiyana xwe ji dest dan. Dermankirina 5 eskerên birîndar didomin.