Nobeta Demokrasiyê di roja 46’an de ye: Em ê qadan terk nekin 2019-10-03 14:07:27 AMED - Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî di Nobeta Demokrasî ya 46 rojin li dijî tayînkirina qeyûman dewam dike de axivî û got: “Tayînkirina qeyûman li dijî vîna gelê kurde. Emê li dijî vê qadan terk nekin.”  Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên ser şaredariyên HDP'ê hatin dest pê kirin, di roja 46’an de dewam kir. Nobeta li Amedê li Kolana Lîseyê ya li pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Wekîlên HDP’ê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, endamên Meclîsa Jinên Ciwan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî beşdarî çalakiya nobetê bûn. Ji Stenbolê, Endamên Federasyona Komaleyên Başûrê Rojhilat û Anatoliyayê jî piştgirî dan nobetê.    ‘DIVÊ ME XWEDÎ VÎNA XWE DERKEVIN’    Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî di çalakiya nobetê de axivî û bal kişand ser ayetên Qûrana Kerîm. Aşitî, diyar kir ku gelê kurd ji derveyî daxwazên xwe yên mirovî tu tişteke din naxwazin û wiha bilêv kir: “Ji ber vê emê xwedî vîna xwe derkevin. Ji bo ku em bi ser bikevin divê em xwedî vîna xwe derkevin. Tayînkirina qeyûman li dijî vîna gelê kurde. Heya ku em vîna xwe paşve bigirin, emê qadan terk nekin.”   Piştî axaftinê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre Nobeta Demokrasiyê bi dawî bû.