Avci: Qeyûm û zîhniyeta xwe dê bicihimin biçin 2019-10-03 13:56:21   WAN – Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci di Nobeta Demokrasiyê de axivî û got: “Wê qeyûm û zîhniyeta xwe bicihimin biçin û em ê vegerin ser wezîfeya xwe. Teqez wê berxwedana me bi ser bikeve.”  Li Wanê çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê ku li dijî tayînkirina qeyûmên ser 5 şaredariyan di roja 46’emîn de dewam kir. Çalakî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê pêk hat û parlamenterên HDP’ê Murat Sarisaç û Muazzez Orhan, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. HDP'iyan dirûşm berz kir û li dijî qeyûman nerazîbûn nîşan da.   'WÊ BICIHIMIN BIÇIN’    Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku qeyûm zilm e û got: “Li dijî zilmê li ber xwe dayîn mafek rewa ye. Têkoşîna me tenê li dijî pratîka qeyûman e. Têkoşîn me di heman demê de li dijî kesên ku dixwazin siberoja Tirkiyeyê tarî bikin e. Em ji bo siberojek ronî, demokrasî, biratî, aştî, maf û azadiyê têdikoşin. Sekna li dijî qeyûman seknek bi rûmet e. Em ê teqez bigihîjin armanca xwe. Wê qeyûm û zîhniyeta xwe bicihimin biçin û em ê vegerin ser wezîfeya xwe. Teqez wê berxwedana me bi ser bikeve.”    Nobet bi berzkirina dirûşm, strandin û xwendina helbestan bi dawî bû.