Mirina Nadîra Kadirova di rojeva Meclîsê de ye 2019-10-03 13:25:14 ENQERE – Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, mirina bi guman a Nadîra Kadîrova bir Meclîsê. Tanrikulu, di pirsname da Meclîs de ev pirs pirsî: “Miduriyeta Polîsan a Enqerê, berî ku lêkolîn bike, çima bûyer weke întîxarê nirxand û hinceta vê yekê çibû?”   Wekîlê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, mirina bi guman a jina 23 salî Nadîra Kadîrova ya li mala Wekîlê AKP’ê Şîrîn Unal pêk hat bir rojeva Meclîsê. Tanrikulu, ji bo ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivîne pirsname da.      Tanrikulu di pirsnameya da de ev pirs pirsîn:    “*Raste ku jina 23 salî a Ozbekîstanî Nadira Kadirova di 23’yê Îlonê de, bi awayekê gule li ser dilê wê ketî hat dîtin?    *Gelo çend cihên guleyê di bedena Kadirova de hene û di bedena wê de çend gule hatin dîtin?   *Gelo lêkolîna balîstikê ya guleyê hat kirin? Ger hatibe kirin, aqûbeta wê ya rojaneyî çiye?    *Gelo encama rojaneyî lêkolînên li ser hevdîtina telefonê ya Kadîrova yên dawî kirin çiye?    *Gelo derbarê mirina Kadîrova  de, îfadeyên heval, malbat û kesên di dema bûyerê de li wir bûn hatin girtin?    *Gelo îdîayan tacîzê yên Kadîrova di telefonê de kirin rastin? Derbarê van îdîayan de îfadeya hevalên wê hatin girtin?    *Raste ku Kadirova berî bi mire li du xwe nîşe hiştiye û ev nîşe ji aliyê ewlehiyê ve nehatiye dîtin?   *Miduriyeta Polîsan a Enqerê, berî ku lêkolîn bike, çima bûyer weke întîxarê nirxand û hinceta vê yekê çibû?”   *Gelo mirina Kadîrova çawan derbasî qeydên fermî bû?”