Kovara kurdî "Zrîng" sibê dertê 2019-10-03 12:32:40 STENBOL - Kovara kurdî "Zrîng" ku edîtoriya wê Karîkaturîst Dogan Guzel dike, sibê dertê û xwe digihîne xwînêrin xwe. Kovara kurdî "Zrîng" ku pevxistin, vegotin û rengê xwe yê dîtbarî afirand û bi xêzê çîrokan vebêje, dest bi weşana xwe kir. Kovara ku edîtoriya wê Karîkaturîst Dogan Guzel dike, ji 32 rûpelan pêk tê û ji mehê carekê bê weşandin, dê hejmara wê ya yekemîn sibê dertê û  xwe digihîne xwînêrin xwe.    BAJARÊN KOVAR LI WAN BÊ BELAVKIRIN   Kovara ku sibê derkeve dê li Fûara Pirtûkan a Amedê ji standin weşanxane, komel û weqfên mîna Aryen, Pirtûka Kurdî, Ar, Ava, MED-DER û Weqfa Mezopotamyayê bê peydakirin.    Her wiha dê li bajarên mîna Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Agirî, Dersim, Çewlik, Şirnex, Riha, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Mersînê bê belavkirin.