Malbata ewil li ber HDP’ê rûnişt dawî li çalakiya xwe anî 2019-10-03 12:11:53 AMED – Ji malbatên li ber HDP’ê çalakî li dar dixin malbata Çetînkaya ya ewil çû ber HDP'ê çalakiya xwe bi dawî kir. Hat zanîn ku ji bo malbat dîsa beşdarî çalakiyê bibe zext li wan tê kirin. Hin malbatên bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan revandiye serê çiya” û hin malbatên esker û polîsan ên ji aliyê HPG’ê ve hatine desteserkirin çalakiya xwe ya rûniştinê li ber avahiya HDP’a Amedê didomînin. Her çiqas medya alîgir hejmarê 50 malbat nîşan bide jî lê hejmara malbatan li derdora 15-20’an e. Tê diyarkirin ku gelek malbatên beşdarî çalakiyê bûne êdî nayên beşdarî çalakiyê nabin. Yek ji van malbatan jî malbata Çetînkaya ye.    Şahap û Feyziye Çetînkaya bi îdiaya ji 30’ê tebaxê ve agahî ji kurê xwe Suleyman Çetînkaya nagirin di 3’ê îlonê de li ber avahiya HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    POLÎSAN MALBATÊ ŞAND BER HDP’Ê    Malbat ji bo aqûbeta kurê xwe hîn bibe diçe serî li emniyetê dide. Polîs malbatan beralî avahiya HDP’ê dikin. Li ser vê yekê malbat diçe ber HDP’ê çalakî li dar dixe.    Gelek ajans û rojnameyan di 11’ê îlonê de mîzansena dîmenê MOBES’ê yê Suleyman Çetînkaya ku li otogarê tê dîtin serwîs kiribû û îdia kiribûn ku Çetînkaya ji otogarê çûye çiyê.    Di 11’ê îlonê de ferdek malbata Çetînkaya jiyana xwe ji dest da. Malbata Çetînkaya ji bo sersaxiyê vegeriya mala xwe ya li navçeya Gêlê ya Amedê.    MALBATÊ DAWÎ LI ÇALAKIYA XWE ANΠ   Piştî taziyeye malbata Çetînkaya dawî li çalakiya xwe anî. Xizmek malbata Çetînkaya da zanîn ku malbat fikiriye ku dê tu encamekê bi dest nexe û ji ber vê yekê dawî li çalakiya xwe anî. Xizmê malbatê anî ziman ku dewlet her tim alîkariya zexîreyan dide malbatê û ji bo carek din vegere çalakiyê li dar bixe zext li ser wan tê kirin. Xizmê malbatê got ew hin kesên ew nas nakin her tim tên serdana malatê.