Bernameya bîranîna kesên di komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan diyar bû 2019-10-03 11:59:06 ENQERE - Bernameya bîranînê ya kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan diyar bû.     Bi ser Komkujiya 10’ê Cotmehê ya d, 10'ê Cotmeha 2015'an de dema sendîka û konfederasyonên kedê ji bo aştî û demokrasiyê li GaR'a Enqereyê mîtîng li dar xist, endamên DAIŞ'ê çalakiyên xwekujiyê pêk anîbûn û 103 kesan di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn re 4 sal derbas bûn.    Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê, bernameya xwe ya ji bo bîranîna 103 kesên jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.     BERNAMEYA BÎRANÎNÊ   Bernameya ku wê di navbara 6 û 12’ê Cotmehê de bê lidarxistin wiha ye: “   *Di 6’ê Cotmehê saet 10.30’an de, wê gorên Îdîl Guneyî, Korkmaz Tadîk, Alî Kîpapçî, Ûygûr Coşkûn û Sevgî Oztekîn ên li Goristana Karşikaya bên ziyaretkirin û li vê derê 103 kesên jiyana xwe ji dest dayîn bên bibîranîn.    *Di 7’ê Cotmehê saet 12.30’an de, Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê, wê ji bo 4’emîn salvegera komkujiyê civîna çapemeniyê li dar bixe û bang bike.    *Di 9’ê Cotmehê di navbera saetên 16.00 û 21.00’an de, wê li Navenda Hûnerê ya Çagdaş danasîna pirtûka Ardakalan a ji aliyê Emîne Kart ve hatiye amadekirin bê kirin, pêşengeha wêneyan bê pêşandan, stran bên gotin û belgefîl bê temaşe kirin.    * Di 10’ê Cotmehê saet 09.00’an de, wê girse li ber Nexweşxaneyya Nûmûne kom bibe û li ber Gara Trenê ya Enqerê a komkujî lê pêk hat wê meş bêlidarxistin.  Dûre derbarê komkujiyê de wê li vê derê daxuyanî bê dayîn.    *Di 12’ê Cotmehê saet 15.00’an de wê li Kafeya Vengo danasîna pirtûkên “Bîzim Alî û Benîm Adim 10 Ekîm” bên kirin û îmze bên dayîn.”