Dadgehê biryara midûrê 'tacîzkar' bi zorê bînin danişînê, da 2019-10-03 11:04:37 MÊRDÎN - Polîsê Karmend Ercan Uysaller ê ku Qeyûm ew kiribû Midûrê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê ku bi îdîaya "D.S., bi zorê aşotiye ser fihûşê" doz li wî hatibû vekirin, beşdarî danişîna ewil nebû. Dadgehê xwest Uysaler bi zorê beşdarî danişînê bikin.    Qeyûm Mustafa Yaman di mijdara 2016’an de jî wek qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê hatibû kirin. Yaman di serdema xwe din de polîs Ercan Uysaler kiribû midurê şirketa şaredariyê ya bi navê Kent. Polîs Uysaler tecawizî jinek xebatkara şaredariyê kiribû, pişt re di raya giştî de deng vedabû. Der barê Uysaler de doz hatibû vekerin. Serdozgeriya Mêrdînê ku derbarê polîs Uysaler de ji ber tecawizê îdianameya bi sûcdariya “Êrîşa zayendiya hêsan” amade kir. 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê îdianame qebûl kiribû. Hatibû îdîakirin ku polîs Ercan Uysaler xebatkara jin D.S. zor lê kiriye ku tev li karê fihûşê bibe. Yekemîn danişîna dozê duh hat Dîtin. Danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Mêrdînê hat dîtin. Di danişînê de hundirê salonê û pêşiya salonê tijî polîs bûn. Danişîna polîs Uysaler û di bin dorpêça polisan de pêk hat. Polîsê bersûc Uysaler û mexdûr D.S. beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên ku ji Bodrum a Muglayê hatin polîs Uysaler parastin. Gelek parêzerên jin û Endamên Platforma Jinan a Şahmaran jî beşdarî danişînê bûn.    Di danişînê de rayedarên hikûmetê parêzerên ku D.S. biparêzin diyar nekir. Dîsa Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatê jî nebû mudahila dozê û parêzer neşandin. Di danişîna dozê de parêzerê Polîs Uysaler xwest naveroka wê veşartî bê girtin. Lê heyetê ev daxwaza parêzer red kir. Parêzer parast ku Uysaler xwestiye tev li danişînê bibe, lê ji ber ku li Çorumê bi cih bûye, xwestine îfadeya wî bi talimatê bê stendin.    Heyeta dadgehê der barê Bersûc Uysaler de xwestin bi zorê bînin danişîna dadgehê û danişîna dozê taloqî 9'ê çileya 2020'an kirin.