Li Êzidxanê kêliya azadiya 4 jinan 2017-11-30 12:55:15 ŞENGAL - Li Dêre Zorê 4 jinên Êdizî yên ji destên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, teslîmî malbatên wan ên li Şengalê hatin kirin. Girseyek mezin gotin “Hûn bi xêr hatin Êzîdxanê” û jinên dîl girtî pêşwazî kirin û keyfxweşiya wan a azadiyê parve kirin.  4 jinên Êzidî yên di fermana 73’an a Şengalê ku DAIŞ’ê bi serê wan anî de, dîl hatibûn girtin. 4 jinên dîl hatibûn girtin li Dêra Zor û Meyadinê hatin rizgarkirin. Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) a Xanesorê ya girêdayî Şengalê jin teslîmî malbatên wan kirin. Girseyek mezin jinên azad bûyîn pêşwazî kirin. Ajansa me ya Mezopotamya (MA) kêlîyên dema jin gehiştin malbatên xwe girtin bin qeydê.     Jin li Navenda Çand û Hunera Xanesorê bi malbatên xwe re hatin gel hev, xizmên xwe hembêz kirin û bi qedeyan giriyan. Jinan di zêmarên berz kirin de lanet li fermanê anîn. Gelê Xanesor jî şahî ji  kefyxweşiya wê kêliyê re kirin. Her Êzidiya dihat  jinên ji destên DAIŞ’ê rizgar bûyîn hembêz dikirin û ji wan re digotin “Hûn bi xêr hatin Êzidxanê.” Hinek ji wan li kêleka jinan rûniştin guh dan serpêhatiya wan û hinekan jî xizmên xwe yên di destên DAIŞ’ê de pirs kirin.  Welatiyên Xanesorê ku bûn şahidên keyfxweşî û xemginiya xizmên xwe, hêstir barandin.    JINÊN JI DAIŞ’ê RIZGAR BÛN     Wîdat Davut a 33 salî ji gundê Koço ye. Di fermanê de êrîşên herî dijwar li vî gundî rû dan. Davut ku 3 salan di destê DAIŞ’ê de ma, destpêkê birin Tel Aferê, ji wir jî birin Mûsil, Reqqa û Dêra Zorê. Davut ku li Meyadinê hat rizgara kirin, teslîmî xizmên wê hat kirin. Davut wêneyên xizmên xwe yên di destên DAIŞ’ê de hêj li cem xwe diparêze.    Bedrîye Feysel 18 salî ye. DAIŞ'ê di dema fermanê de, li gundê Domîz dîl girt. Dayîk, xwişk û birayên Feysel li Reqqayê ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Ji heman malbatê tenê ew di destê DAIŞ’ê de mabû. Feysel li navenda Dêra Zorê hat rizgarkirin. Dayîk, xalet, xwişk û birayên Feysel ew pêşwazî kirin.    Sureyya Ezîz a 19  salî, li gundê Koço gava hat dîl girtin hîna 16 salî bû. Ezîz ji malbata wê ya birin Mûsil û Reqqayê veqedandin. Ezîz, careke din malbata xwe nedît û li Dêre Zorê hat rizgarkirin. Ap û birayê wê, ew pêşwazî kirin.       Hedîl Newaf a 25 salî jî, li navenda Şengalê bi zaroka xwe ya 1 salî re esîr dikeve destên DAIŞ’ê. Niha keça Newaf Cîhan Cîndo 4 saliye û bi hevre hatin rizgarkirin. Dayik, bav, xwiş û birayên wê, ew pêşqazî kirin.     HEYA JINEKE ÊZIDÎ BI TENÊ JÎ BIMÎNE…   Piştî jin teslîmî malbatên wan hatin  kirin, TAJÊ, daxuyanî da û wiha got: “Heya jineke Êzidî bi tenê jî bimîne em ê têbikoşin. Em ê li Sûriye û Iraqê tola jinên Êzidî rakin. Dê jinên Êzidî xwe bi rêxistin bikin û bersivê bidin vê fermanê.”   MA / Nazim Daştan