HDP wê li dijî qeyûman li 7 navendan hevdîtinên gel ên bi girseyî li dar bixe 2019-10-03 10:26:30   ENQERE - Navenda Koordînasyona Krîzê ya li dijî Qeyûman a HDP’ê, wê li dijî tayînkirina qeyûman heya 19’ê Cotmehê, dest bi çalakiyên demokratîk ên bênavber û bêdem bike. HDP di vê çarçoveyê de wê li dijî qeyûman li 7 navendan hevîtinên gel ên bi girseyî li dar bixe.    Navenda Koordînasyona Krîzê ya li dijî Qeyûman a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh civîya. 2 meh bi ser tayînkirina qeyûman re derbas bû. Koordînasyonê di vê çarçoveyê de biryar girt ku heya 19’ê Cotmehê bênavber û bêdem bertekên xwe yên demokratîk li dar bixe. Ev biryarên koordînasyonê ji aliyê Desteya Rêveber a Navendî (MYK) yê ve jî hat erêkirin û bernaya gelek çalakiyan hat lidarxistin.    Di vê çarçoveyê de li herêman civînên gel bên lidarxistin û bi pêşengtiya HDK, KCD û HDP’ê wê li dijî qeyûman li Amed, Wan. Mêrdîn, Êlih, Edene, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên “Ji Bo Demokrasiyê Em Tên Gel Hev” pêk bên.    HEVDÎTINÊN GEL ÊN DI ASTA MÎTÎNGAN DE    Dîsa biryar hat girtin ku li 7 navenda hevîtinên gel ên di asta mîtîngan de bên lidarxistin û ji bajarên derdorê jî girse tevlî bibin. Parlamenterên HDP’ê beriya hevdîtinên gel, wê li herêman xebatan bi rêve bibin û kampanyaya îmzeyan bi rêve bibin.    ÇALAKIYÊN RÊXISTINÊN CIVAKA SÎVÎL ÊN TEVLÎ BIBIN   Ji bo Nobeta Demokrasiyê ya li Amed, Wan û Mêrdînê, biryar hat girtin nûnerên Rêxistinên Civaka Sîvîl (STO) bên vexwendin û ji bo vê xebat bên birêve birin.    Bernameya çalakiyan a heya 19’ê Cotmehê dewam bike wihaye:    “*Çalakiyên nobetê yên li Amed, Mêrdîn û Wanê li taxan jî bên li darxistin, li cihên nobetê stand bên vekirin û kampanyeya îmzeyan bi girseyî bê birêvebirin.   *Bi pêşengtiya HDK û HDP’ê li dijî qeyûman çalakî bên lidarxistin û serdanên bi şandeyî pêk bên.    *Çalakiya ku ji Stenbol, Bûrsa, Yalova, Kocaelî, Tekîrdag, Balikesîr, Çanakkale, Edîrne, Sakarya û hemû navçeyan tevlîbûn pêk were, wê li Esenyûtê di 16’ê Cotmehê de bê lidarxistin.    * Li Êlihê jî wê di 16’ê Cotmehê de bi tevlîbûna bajarê Sêrt û navçeyên hevdîtina gel bêlidarxistin.    * Li Wan jî di 17’ê Cotmehê de wê hevdîtin gel bêlidarxistin.    * Li Mêrdîn, Şirnex û Rihayê wê di 18’ê Cotmehê de hevdîtina gel bêlidarxistin.    * Li Îzmîrê di 17’ê Cotmehê de hevdîtina gel bê lidarxistin.    * Li Edenê wê di 18’ê Cotmehê de bê lidarxistin.    * Li Enqerê wê di 19’ê Cotmehê de bê lidarxistin.    * Di 19’ê Cotmehê de jî, wê saet 13.00’an li hemû cihan daxuyaniyên çapemeniyê yên bi girseyî bên lidarxisitn.”