Dayik û bavê ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye hefteyek li ber HDP'ê hiştine 2019-10-03 10:07:44 AMED - Mirina Mûsa Gokturk ê HGP'î ku di encama êrîşeke hewayî de li navçeya Pîranê jiyana xwe ji dest dabû, ji malbata wî veşartin û dayik û bavê wî li gel vê yekê jî hefteyek li ber HDP'ê hiştin.    Cenazeyê Mûsa Gokturk (22) ê HGP'î ku di 10'ê Îlonê de di encama êrîşeke hewayî de li gundê Pîrejman a navçeya Pîranê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, ji ber ku malbata wî tevlî çalakiya li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê bû, piştî 14 rojan dane malbata wî. Lê cenazeyê Mîzgîn Harman (24) ê HPG'î ku di heman êrîşê de bi Gokturk re jiyana xwe ji dabû, 24 roj in nadin malbata wî.    LI GEL HATIYE ZANÎN JÎ BIRINE BER HDP'Ê    Dayik û bavê Gokturk Îkram û Mehmet Gokturk bi angaşta ku zarokê wan hatiye revandin, di 18'ê Îlonê de tevlî çalakiya li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê bûbûn. Mirinê Gokturk di 2014'an de tevlî HPG'ê bûye û di 10'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabû, li gel ku dihat zanîn jî piştî 14 rojan ji malbata wî re hat ragihandin.    DESTÛR NEDAN ŞÎNÊ   Malbata Gokturk ku di 24'ê Îlonê agahî mirina kurê xwe girt, di heman şevê de cenazeyê kurê xwe girt û bir li taxa Toprakkale ya Mûşê tenê bi tevlîbûna xizmên xwe yên nêz veşart. Destûr nehat dayîn ku malbata Gokturk ji bo kurê xwe şînê deyne.    DI HEMAN OPERASYONÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA   Mîzgîn Harman (24) ê HPG'î ku di heman êrîşê de bi Gokturk re jiyana xwe ji dabû jî 24 roj in cenazeyê wî li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê tê girtin û nadin malbata wî. Malbatê di 12'ê Îlonê de agahî ji mirina kurê xwe girt û serî li dozgeriyê da. Piştî serlêdanê li gel ku cenaze ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin jî radestî malbatê nehat kirin.    'BILA CENAZEYÊ ME RADESTÎ ME BIKIN'   Kekê Harman, Serdar Harman diyar kir ku li gel ku cenazeyê xwe teşhîs kirine jî nikarin bigirin û wiha got: "Cenazeyê malbateke ku kurê wan bi birayê min re jiyana xwe ji dest dabû radestî wan kirin lê li gel vê yekê cenazeyê me nadin. Divê demildst cenazeyê me radestî me bikin."    MA / Arjîn Dîlek Oncel