‘Li Rojhilata Navîn bêyî kurdan wê tu pirgirêk çareser nebin' 2019-10-03 09:19:22 STENBOL – Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, bilêv kir ku "Konferansa Sûriyeyê" ya CHP'ê ji bo tespîtkirina pirgsirêkê tiştekî baş e û got: "Eger ji bo konferansê bê gotin deriyê aştiyê ye, nexwe divê êdî bi kirdeyên Sûriyeyê re ji bo muxatabiyê pêwendî bê dayîn." Cîgrê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nazmî Gur jî got, li Rojhilata Navîn bêyî kurdan wê tu pirsgirêk çareser nebe.  CHP'ê, di 28'ê Îlonê de li Stenbolê bi têmaya "Li Sûriyeyê deriyê li aştiyê vedibe" hat lidarxistinç Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît ku tev li konferansê bû û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nazmî Gur, konferansê nirxandin.    Yîgît, bilêv kir ku konferasn ji xeynî tespîtkirina pirsgirêkê tu tiştek berpêş nekiriye û di warê tespîtkirina pirsgirkan de girîng e. Yîgît, destnîşan kir ku konferans ne cihê çareserkirina pirsgirkan e û got: "Di polîtîkaya derve de heta niha li hemberî polîtîkayên AKP'ê polîtîkayeke alternatîf tunebû. Partiya muxalefetê ya sereke CHP'ê cara ewil e tiştekî wiha dike. Lê belê hin kêmasiyên konferasnê hebûn. Beriya her tiştî gelek eks tê de tunebûn. Yanî kirdeyên sereke yê Sûriyeyê tê de tunebûn."    ‘PÊWENDIYA JI BO MUXATABIYÊ'    Yîgît, anî ziman ku ji roja ku şerê Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha hemû hêl ji bo çareserkirinê li ber maseyekê nehatine cem hev du û got: "Li Cenevreyê kurd tunebûn. Rêveberiya Şamê tunebû. Li Astanayê sê welatan li pişt deriyan hin hevdîtin çê kirin. Li wir jî kirdeyên sereke tunebûn. Di vê konferansê de pêwendî bi hikûmeta Şamê re hat dayîn. Lê belê gazî kurdan nekirin. A rast divê ji niha û pê ve CHP hin gavine berbiçav bavêje. Eger ji bo konferansê bê gotin deriyê aştiyê ye, nexwe divê êdî bi kirdeyên Sûriyeyê re ji bo muxatabiyê pêwendî bê dayîn."   ‘KONFERANSEKE BI KÊMASÎ'    Yek ji beşdarvanê konferansê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nazmî Gur jî bilêv kir ku konferans ji hêla CHP'ê ve gaveke pozîtîf e. Gur, destnîşan kir ku lê belê ji ber kurd tê de tunebûn bi kêmasî bûye û got: "QSD'ê li sê parên Sûriyeyê aştî pêk aniye, lê belê di konferansê de n»nerên wê tune ne. Mixabin konferanseke bêyî wan hat lidarxistin. Gava mirov di vê çarçoveyê de lê mêze bike bi kêmasî ye."    Gur, destnîşan kir ku ji axaftvanan tenê kesekî rastiya li wir bi awayekî zanistiyî vegotiye û got: "Akademîsyenên DYA'yê Amy Austin Holmes, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn, nexasim jî li Sûriyeyê bêyî kurdan wê mesele neyê çareserkirin. Hêleke girîng a konferansê jî ew bû ku axaftvanan bal kiaşdn ser gelên Sûriyeyê û di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de vîna wan. Em jî bi israr dibêjin ku li wir QSD tevî kurdan ji bo Sûriyeyeke demokratîk tev digere û wê helwest û çareseriya QSD'ê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike."     MA / Ferhat Çelik