‘Ji ber ku Erdogan ditirse Demîrtaş hat girtin' 2019-10-03 09:16:15 AMED - Welatiyên nerazîbûnên xwe yên ji bo biryara derbarê girtina Demîrtaş de nîşan dan, diyar kirin ku ji ber Erdogan ditirse ev biryar hatiye dayîn.    Dadgeha Cezayê Giran a 19'an a Enqereyê, derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdanê dabû, lê belê dadgehê têkildarî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de careke din lêpirsîn da destpêkirin û biryara girtinê da. Piştî vê biryarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê gotibû: "Em nikarin wan berdin." Şêniyên Amedê ji bo vê daxuyaniya Erdogan gotin, Erdogan ditirse.    Ersîn Tûncer (25), bilêv kir ku a li Demîrtaş hatiye kirin neheqî û şaşiyeke mezin e û got, ew wekî kesekî ku dengê xwe dide AKP'ê van tştan dibêje. Tûncer, anî ziman ku berê bi malbatî dengê xwe didan AKP'ê û got: "Erdogan dibêje, hûn ê wî bigirin û ceza lê bibirin. Ev şaşiyeke mezin e. Bi ya min ger Demîrtaş derketa, wê siyaseta Tayyîp Erdogan biqedanda. Ji ber Tayyîp Erdogan ditirse careke di ceza li Demîrtaş birîn."    ‘DIXWAZIN HDP'IYAN BIGIRIN'    Dilek Eren (19), diyar kir ku dewlet welatiyên ku serî ranekin dixwaze û got: "Loma di serî de Demîrtaş û bi giştî dixwaze hemû HDP'iyan bigire. Armanca wî partiyeke bi vî rengî ji holê rabike. Ceza li her kesî dibirin. Ji ber bêdengiyê ew jî bi rihetî her kesî digirin û li gor dilê xwe ceza dibirin."    ‘BIRYAREKE ŞAŞ E'    Berat Guger (18) jî bilêv kir ku biryara hatiye dayîn biryareke eletewş e û got: "Çimkî nikare serî bi wan re derxe. Zimanê wî heye. Siyaseteke baş dike. Loma ji ber nikarin serî pê re derxin wî girtine. Ev biryareke pir şaş e."    Gamze Eren (20) jî diyar kir ku ew jiyaneke ku her kes bi hev re bijî dixwazin, lê belê mixabin li Tirkiyeyê edalet tuneye. Eren, destnîşan kir ku her tişt di destê îktîdarê de ye û got: "Xwezî her kesî zanibûya bê kî sûxdar e. Li welat gelek mirov mirin. Bi salan e gelek kes belaheq girtîne û tên darizandin. Xwezî hiqûqa me adi û serbixwe bûna."