Girtiyên hatin sewqkirin rastî lêgerîna tazî hatin 2017-11-30 12:52:00   ÎZMÎR - Bi dehan girtî ji girtîgehên Balikesir û Muşê sewqî girtîgehên Tîpa T a Hêjmar 1 a Qeyserî û girtîgehên hêjmar 1, 2, 3, 4 yên Tîpa T yên Şakranê û Girtîgeha Tîpa T a Odemişê yên Îzmirê kirin. Girtî rastî lêgerîna tazî hatin.    Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanar re, diyar kir ku bi dehan girtî cihê wan hatin guhertin û sewqî girtîgehên din hatin kirin. Înîsiyatifê diyar kir ku 37 girtî rojek berê ji Girtîgeha Tîpa L a Kepsût a Balikesirê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Qeyseriyê û girtîgehên Hêjmar 2 û 3 yên Tîpa T yên Şakranê hatine kirin. Înîsiyatifê da zanîn ku 29 girtî sewqi Qeyseriyê û Îlhamî Çinar û Mehmet Kirlî jî sewqî Tîpa T a Hêjmar 2 ya Şakranê hatine kirin. Girtî Misbah  Kaya, Osman Sakçi, Nazmi Tunç, Mehmet Bagirtan, Selamettin Yilmaz, Şehmuz Turelî jî sewqî Girtîgeha Hêjmar 3 a Şakranê kirine.    Înîsiyatifê da zanîn ku ji Girtîgeha tîpa E ya Mûşê ji gelek girtî sewqî şakranê kirine. Înîsiyatifê da zanîn ku 3 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê kirine. Ji Mûşê Mehmet Fuat Erol, Nimet Robin Erdenci, Nihat Bingol, Erhan Şenyuva, Mehmet Şirin Arslan, Harun Şimşek sewqî Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê kirine. Girtî Mehmet Nuri Yildirim, Şerif Savaş, Agît Gezîcî û Mehmet Akçor jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê kirine. Ji bilî Girtigeha Odemişê girtiyên sewqî girtîgehên din bûn rastî lêgerîna tazî hatin.