ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2019'AN 2019-10-03 09:00:04 * Welatiyên nerazîbûnên xwe yên ji bo biryara derbarê girtina Demîrtaş de nîşan dan, diyar kirin ku ji ber Erdogan ditirse ev biryar hatiye dayîn.  * Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Yûnûs Altûn ku li Bakirkoyê ji ber îxbareke bêbinî hat binçavkirin, diyar kir ku piştî nexweşxaneyê rapor daye wî polîsan ew derb kiriye û piştî derbkirinê nehiştina careke din raporê wergire.    * Bi hatina payîzê re welatiyên diçin mehserê, ji bo zivistanê bastêq û beniyan çê dikin.    * Xana Gel ku di sedsala 16'an de hatiye çêkirin û di sedsala 20'an de wekî Sêwîxaneya ermeniyan hatiye bikaranîn, ji ber projeyên nehatine temamkirin niha hema bêje veguheriye axuran.    * Serokê Şaxa 1'ê ya TUMBELSEN a Îzmîrê Anil Kaçar, bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûman qanûna bingehîn, hiqûq û demokrasî hatiye binpêkirin û got, li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo kedê bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye.    * Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, bilêv kir ku "Konferansa Sûriyeyê" ya CHP'ê ji bo tespîtkirina pirgsirêkê tiştekî baş e û got: "Eger ji bo konferansê bê gotin deriyê aştiyê ye, nexwe divê êdî bi kirdeyên Sûriyeyê re ji bo muxatabiyê pêwendî bê dayîn." Cîgrê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nazmî Gur jî got, li Rojhilata Navîn bêyî kurdan wê tu pirsgirêk çareser nebe.    * Derbarê hin xizmên ku 34 kesên di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabûn de, bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. Doz ji ber pankartên ku di 4'emîn salvegera komkujiyê de hatibûn vekirin de hat vekirin û wê danişîna ewil da dozê piştî 8'emîn salvegera komkujiyê bi 2 rojan pêk bê.    * Malbata Zarîfe Soylû (Hêvîdar Amed) a di 2’yê Cotmeha 2012’an de di şer de li Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, keça xwe bibir anîn. Dayik Meryem Soylû, diyar kir ku Hêvîdar tu carî zulim û neheqî qebûl nekir û keça wê bû bûka Kurdistanê    * Bavê Endamê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (DenîzAgirbaz) Murat Demîr, diyar kir ku wan ne 3 rojan, 49 rojan kir wiha got: “Me xwest şîna xwe li ber deriyê mala xwe deynin. Lê bi fermana Wezîrê Karên Hundir destûr nedan. Nehiştin em li mala xwe jî şînê dînin."    * Polîsên li kafeyek navçeya Sûrê rûniştin li dijî stranên kurdî bêtehamulî nîşan dan. Hat zanîn ku polîsan ji xebatkarê kafeyê re gotiye “Biçe van stranan biguherînin, em jê fêm nakin.”   * Danişîna doza polîs Ercan Uysaler ku li Şîrketa Kent a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dixebitî û fihûşê spart jinek xebatkar a şaredariyê dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê bê dîtin. (09.00)   * Heyetek Rêveberiya Xwecihî ya Konseya Ewrûpayê dê Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê ziyaret bike. (10.00)   * Li Amed, Mêrdîn û Wanê dê li dijî tayînkirina qeyûman Nobeta Demokrasiyê di roja 46'emîn de berdewam bike. (11.00-13.00)