Cezayê doza kuştina Ugur Kantar ê li 'Dîsko' hat kuştin taloq kirin 2017-11-30 12:21:37 AMED - Cezayê doza kuştina leşker Ugur Kantar ê li Kibrisê di “Disko” de hat kuştin hat taloqkirin. 3 sal û mehek û 15 roj cezayê li gardiyan û leşkerên bersûc hatibû birîn hat taloqkirin.  Leşker Ugur Kantar yê li Kibrisê leşkerî dikir, di 25'ê Tîrmeha 2011'an de li kawîşa dîsîplînê ku wekî “Disko” pênase dikirin rastî îşkenceyê hatibû û di 12'ê Cotmeha 2011'an de jiyana xwe ji dest dabû. Kantar piştî hat kuştin der barê 4 leşkeran de doz hat vekirin û ceza li wan hat birîn. Leşkerê ku wekî gardiyan peywirdar Recep Tekin  ji ber ku leşkerî xelas kiribû doz şandin 7'emin Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê. Der barê Tekin de bi sucdariya “îşkenceya bi bandor" û “birîndarkirinê" doz hatibû vekirin. Di 28'ê Mijdarê de danişîna dozê ya biryarê hat dîtin. Bersûc Recep Tekin tev li dozê nebû. Xizmên kuştî û parêzerên wî tev li dozê bûn. Heyeta dadgehê biryar da û cezayê li bersûc Tekîn birî ye taloq kir. Heyeta dadgehê 3 sal û mehek û 15 roj cezayê li gardiyan û leşkerê bersûc birî taloq kir.    Heyeta dadgehê li bersûc Recep Tekîn, Îsa Buyukesen, Yusuf Kural, Enes Çelik, Kazım Kizgi bi sucdariya Ugur Kantar kuştine ji bo her kesekî 9 meh ceza birî. Heyetê cezayê wan daxist 7 meh û 15 rojan. Heyetê bi tevahî 3 sal û mehekê û 15 rojan cezayê hepsê taloq kir.      MA / Deniz Tekin