Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: 126 rojnameger girtî ne 2019-10-02 16:19:54 WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, diyar kir ku li gorî daneyên RSF'ê yên xwe dispêre Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya sala 2019'an, Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 157’an de cih digire. Serokê Şaxa ÎHD'ê Murat Melet anî ziman ku li Tirkiye 126 rojnameger girtî ne.    Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, têkildarî rewşa rojnamegerên girtî li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleyê li avahiyê pankarta "Rojnamgerî ne sûc e" vekirin. Bi Kurdî û Tirkî "Mirov bi mafê xwe mirov e." vekirin. Rêveberên ÎHD'ê û endamên MYK'ê tev li daxuyaniyê bûn.    '126 ROJNAMEGER GIRTÎ NE'   Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet, daxuyanî da û wiha got: "Ji bo kesek bibe rojnameger ked û têkoşînek mezin dixwaze. Niha li Tirkiyeyê 126 rojnameger girtî ne. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin demek beriya demekê rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Rojnameger awêneya civakê ne. Ger hûn mudaxaleyî rojnamegeran bikin, hûn di heman demê de mudaxaleyî awêneya (eyneya) civakê jî dikin. Divê pênûsa Rojnameger Huseyin Aykol, Ziya Ataman, Nedîm Turfen û rojnamegerên din azad be. Li ser vî esasî em dixwazin hemû rojnamegerên girtî bên berdan."   Rêvebera ÎHD'ê  Ozlem Altun, jî anî ziman ku Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) a navenda wê li Parîsê ye, Endeska Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya sala 2019'an aşkere kir û li gorî vê yekê di nava 180 welatên cîhanê de Tirkiye di rêza 157'an de cih digire.    Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Kasım Kalkan jî peyama Rojnameger Huseyînk Aykol ê li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî ye ku ji ÎHD'ê re şandiye parve kir. Aykol di peyama xwe de got "Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, ji rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê ya herî bi hurmete. Eleqeya Şaxa ÎHD'ê ya bi rojnamegeran re me hemûyan bi rûmet dike. Em hewldana wan silav dikin. Em di xebatên wan de serkeftinê dixwazin."    Kalkan dîsa peyama Rojnameger Nedim Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye parve kir. "Îro ji bo pakêta darazê ya ku tê niqaşkirin em ne li benda tiştekî ne. Yên biryarê didin ger ku li gorî zagonên xwe tev bigerin, li gorî AYM û DMME tev bigerin û li gorî biryarê xwe tev bigerin wê welatê me ji eyba rojnamegerên girtî rizgar bibe. Heta ku dozger û dadgerên ku wekî xebatkarên partiyên siyasî tev digerin, ev pakêtên ku têne neqişandin û şaîkkirin tu encam pêk nayê. Li dijî rojnaemgerên Kurd xwedî hîssek cudakariyê ne. Her çend ji bo rojnamegerekî 10 sal ceza bên birîn jî dengê me di nava cemaweriyê de nayê bihîstin. Rojnamegerî ne sûc e."    Daxuyanî bi xwendina navê 126 rojnamegeran bi dawî bû.