Parêzerên Ocalan cara 709’emîn serî li dozgeriyê dan 2017-11-30 11:46:38 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin cara 709’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Ozgur Faîk Erol û Îbrahîm Bîlmez bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bû 709 car parêzer daxwaza serlêdana hevdîtinê dikin.    Heta niha serlêdanên parêzeran 708 caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Koster xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û "Rewşa Awarte" hatin astengkirin.