Parêzer ji bo biçin Îmraliylê serlêdan kirin 2019-10-02 11:24:29   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye Mazlum Dînç, Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol, bi boneya bi Ocalan re hevditin bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Heta niha serdozgeriyê tu bersîv nedaye parêzeran.    Prêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.