Li saziyên dewletê yên Mêrdînê nelirêtî tê kirin 2019-10-02 10:12:44 MÊRDÎN - Midurê Muzeya Mêrdînê ji ber nelirêtiyê ji peywirê hat girtin û îstifakirin li Sekreterê Giştî yê DÎKA'yê hat ferzkirin. Tê gotin ku di dorê de navên hin kesên din jî hene. Di rojên dawîn de di serî de Miduriyeta Muzeya Mêrdînê û Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) li gelek saziyên dewletê yên Mêrdînê liv û tevgereke zêde tê jiyîn. Hin xebatkarên ku di van saziyên navborî de dixebitin û hevalê mesaîyê yê Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirinin, di rojên dawîn de ya bajar terk dikin û ya jî îstifakirin li wan tê ferzkirin. Kesên ku îstifa nekirine jî ji peywirê hatine girtin. Hinceta rewşa ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Suleyman Soylû jî jê agahdar in, nelirêtî ye.    LÊPIRSÎNA DERBARÊ DE MIDUR DE   Beriya çend rojan piştî agahiya ku Midurê Muzeya Mêrdînê Nîhat Erdogan ji peywirê hatiye girtin li bajar berbelav bû, hat gotin ku derbarê Erdogan de lêpirsîna nêlirêtiyê hatiye destpêkirin. Di rewşa ku piştî vekolînên serçavdêrên Wezareta Turîzm û Çandê derket holê de Erdogan ji ber sûcên mîna "neirêtî, pere derbasî hesabê xwe kiriye, sextekariya ku sazî û dezgehên dewletê kiriye xesarê" ji peywirê hatiye girtin. Lê ev angaşt ji aliyê Erdogan ve hatin derewandin. Erdogan têkildarî mijarê ev tişt derpêş kir: "Bi rêza Wezareta Turîzm û Çandê ji bo 6 mehan li Miduriyeta Turîzm û Çandê hatim peywirdarkirin."   DERBARÊ ALTINDAG DE ANGAŞT HENE   Piştî Erdogan Sekreterê Giştî yê DÎKA'yê ku girêdayî Walîtiya Mêrdînê ye Yilmaz Altındag jî îstifa kir. Altindag têkildarî îstifakirina xwe ev tişt got: "Bi armanca ku pêşiya saziya xwe vekim, pêwistiya veqetîna min a ji peywirê dê baştir be." Piştî vê daxuyaniya Altindag, hin karsazên bajar daxuyaniyê piştgiriyê dan û diyar kirin ku ew angaştên derbarê Altindag de qebûl nakin. Lê di daxuyaniyên piştgiriyê de "sûcdarî" derbarê angaştên nelirêtiyê yên Altındag de bûn.   PIŞGIRIYÊN YE'YÊ DERBASÎ HESABÊN XWE KIRINE   Derket holê ku liv û tevgera li bajar, ji ber derbaskirina hesabên xwe ya piştgiriyên Yekitiya Ewropayê (YE) û pêşxistina bajar in. Li gorî agahiyên ku hatin bidesxistin, Altindag û Erdogan jî di nav de gelek rayedarên saziyên dewletê yên Mêrdînê, piştgiriyên YE'yê yên ji bo pêşxistinê ku ji projeyên IPA'yê hatine, derbasî hesabên xwe kirine. Li ser vê nelirêtiya ku xwe di raporên serçavdêran de jî daye der, tundî li kesên navborî hatiye kirin û îstifakirin li wan hatiye ferzkirin. Ji ber ku Erdogan îstifakirinê qebûl nekiriye, ji peywirê hatiye girtin. Altındag ku îstifakirina wî hatiye xwestin jî piştî ku demekê li ber xwe daye jî neçar maye ku îstifa bike.   DIBE KU DIRÊJÎ NAVÊN NÛ JÎ BIBE   Tê payîn ku angaştên nelirêtiyê yên mijara gotinê dirêjî hin kesên din ku di saziyên bin banê walîtiyê de dixebitin jî bibe. Tê angaştkirin ku Midurê Serokatiya Koordînasyona Şopandina Razemeniyê (YÎKOB)  Ercan Demîr û Qeyûmê beriya niha yê Artûklûyê Şakîr Oner ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Artûklûyê hatibû kirin jî di nav van kesan de hene. Demîr bi nelirêtiya îhaleyên binesaziyê tê sûcdarkirin û tê angaştkirin ku di îhaleyên dema qeyûm de yên di navbera Mijdara 2016'an û Adara 2019'an de pere derbasî hesabên xwe kiriye. Her wiha tê angaştkirin ku qaymeqam Oner jî bi Demîr re tevgeriyaye.   GELO TÊ XWESTIN SER MIJARÊ BÊ GIRTIN?   Balkêş e derbarê nelirêtiya ku di raporên serçavdêran de jî xwe daye der de tu darizandin nehatiye kirin. Tê gotin ku bi ji peywir girtinê û ferzkirina îstifakirinê tê xwestin ku ser bûyerê bê girtin.