Têkildarî kuştina xwendekarê zanîngehê 2 kes hatin girtin 2017-11-30 11:29:36 QERS - Li Sarikamişê di 28’ê Mijdarê de di navbera xwendekaran de şer derketibû û xwendekarek Halil Kurddiş jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mijarê ji 5 xwendekarên hatin binçavkirin jê 2 hatin girtin.   Li taxa Înonu ya navçeya Sarikamiş a Qersê di 28’ê Mijdarê de di navbera 2 komên xwendekarên Beşa Perwerdê ya Bedenê (BESYO) ya Zanîngeha Kafkasê (KAU) de şer derketibû. Di bûyerê de xwendekarê pola yekemîn ê Beşa Perwerdê ya Bedenê Halîl Kurtdîş jiyana xwe ji dest dabû. Ferhat Ertakuş jî birîndar bûbû. Têkildarî biyerê xwendekar E.K, D.E, S.D, D.B, û M.E hatin binçavkirin û birin midûryeta polîsan a navçeyê. Piştî lêpirsînê 5 kes sewqî dadgahê hatin kirin. M.E û D.E hatin  girtin û 3 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.      Cenazeyê Halîl Kurtdîş piştî otopsiya Nexweşxaneya Lêkolîn a Erzirûmê, şandin Bismila Amedê. Hat zanîn ku cenazeyê Kurtdiş li navçeya Bismilê hat definkirin û gelek xwendekar beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn. Ferhat Ertakuş ê li Nexweşxaneya Harakanî tê derman kirin jî tenduristiya wî ber bi baş bûnê ve diçe.