Di dozên KCD'ê de beraata ewil 2019-10-02 09:33:07 AMED - Bi tawanbariya ku KCD, "Parlementoya Bakurê Kurdistanê ye", gelek doz hatibûn vekirin. Lê belê Parêzer Ferîde Laçîn ku ji ber çalakiyên KCD'ê bi îdiaya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" dihat darizandin beraat kir.  Bi îdiaya ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), fealiyeta qada sêyemîn a KCK'ê ye û "Parlementoya Bakurê Kurdistanê ye" li gelek endam û beşdarvanên KCD'ê bi îdiaya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" doz hatibûn vekirin. Yek ji kesên doz lê hatibû vekirin jî Parêzer Ferîde Laçîn bû. Laçîn, beraat kir.    Parêzer Laçîn, bi hinceta di Komcivîna Qanûna Bingehîn a KCD'ê de axiviya û di nav hin xebatên wê de cih girtiye bi îdiaya "avakirina û birêvebirina rêxistinê" li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê dihat darizandin. Lê belê dadgehê diyar kir ku îdiaya ku Laçîn pê tê darizandin bêdelîl e û biryara beraatê da.    Meqama îdiaya di mutaalaya xwede parast ku KCD, organa qanûnçêkirina ya Meclîsa Tirkiyeyê ya KCK'ê ye û wê wekî Parlementoya Bakurê Kurdistanê nirxand. Meqama îdiayê derpêş kir ku Parêzer Laçîn di bin banê KCD'ê de cih girtiye û tevî 4 endamên de ji bo yekîtiya neteweyî pêk bînin û yekîtiya dewletê xirab bikin xebitiye û xwest bi tawanbariya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" bê cezakirin.    Piştî meqama îdiayê, parêzerên Laçînê jî diyar kirin ku muwekîla wan bi tu awayî di bin banê KCD'ê peywir negirtiye û beşdarbûna wê ya Komcivîna Qanûna Bingehîn a KCD'ê ne sûc e û gotin: "Serokê AKP'ê yê Bajêr ê wê demê Mûhammed Akar jî tev li komcivîna bûye. Her wiha serokê meclîsê yê wê demê ji xebatên Qanûna Bingehîn KCD'ê vexwandiye meclîsê."    Piştî parêziya parêzeran heyeta dadgehê jî, diyar kir ku ji bo sûcên Laçîn pê tê tawanbarkirin delîleke berbiçav tune ye û biryara beraatê da.    MA / Aydin Atay