Erdemol: Behsa kurdan dikin, lê kurd têde tune nin 2019-10-02 09:28:54 STENBOL – Rojnamevan-nivîskar Mûstafa Kemal Erdemol, bal kişand ser kêmbûna beşdarvanan a ji bo Konferansa Sûriyeyê ku CHP'ê li dar xistibû û got: "Li vira behsa meseleya kurdî tê kirin. Behsa Kurdistana Sûriyeyê, Kurdistana Iraqê û kurdên Tirkiyeyê tê kirin, lê belê tê de kurdek jî tuneye. Ev jî kêmasiyeke gelekî mezin e."  CHP'ê, di 28'ê Îlonê de bi têmaya "Li Sûriyeyê deriyê li aştiyê vebû" Konferansa Sûriyeyê ya Navnetewî li dar xist. Yek ji beşdarvanên konferansê rojnamevan-nivîskar Mûstafa Kemal Erdemol, got di konferansê de behsa kurdan tê kirin lê belê li konferansê kurdek jî tuneye, ev kêmasiyeke mezin e.    Erdemol, parast ku konferansa navbirî li dijî polîtîkayên îktîdarê konferanseke alternatîf bû û got, ev gaveke pir wêrekî ye. Erdemol, bilêv kir ku lê belê hin kêmasiyên konferansê hebûn û got: "Gelo tişta ku CHP'ê plansaziya wê kiribû tam pêk hat? Ne bawer im. Lê belê ev tenê ji ber CHP'ê ye. Yanî mirov dikare bêje piranî ne ji ber CHP'ê ye. Ji bo konferansê gazî hin fîgurên girîng hatibû kirin. Lê ji ber îktîdarê astengiya vîzeyê da ber wan nikaribûn werin. Hikûmeta Sûriyeyê jî ev yek şermezar kir û li şûna kesên nikaribûn bên kesên din neşand."    ‘TÊ DE KURD TUNE BÛN'    Erdemol, bilêv kir ku kêmasiyeke konferansê ew bû ku ji hikûmeta Sûriyeyê kes tê de tune bû û got: "Unsûra sereke ev e. Her wiha nevexwandina hin muxalifan jî. Em dizanin çi diparêzin. Lê belê dîsa jî diviya bihatana vexwandin û tiştên doza wê dikin bira dubare bikirana. Lê tiştek hîn girîngtir heye. Li vira behsa meseleya kurdî tê kirin. Behsa Kurdistana Sûriyeyê, Kurdistana Iraqê û kurdên Tirkiyeyê tê kirin, lê belê tê de kurdek jî tuneye. Ev jî kêmasiyeke gelekî mezin e. Di nav QSD'ê hin kesên ku dikarin li ser navê kurdan biaxivin hene. Helbet ew jî li vira bûna wê baştir bûna. Lê min di konferansê de ev tişt nedît."    Erdemol, destnîşan kir ku çareseriya li Sûriyeyê bi naskirina mafên serweriyê yên Sûriyeyê pêkan e û got: "Bila kes bi tiştên wekî li wir PYD/PKK dixwaze veqete neyên pêşiya me. Çimkî PYD jî doza yekîtiya Sûriyeyê dike. Wekî di Astanayê de jî hat gotinî divê serweriya Sûriyeyê bê naskirin. Divê êdî dev ji polîtîkayên wekî bila Esad biçe, Esad bimîne berdin. Ji xwe me bi çavê xwe dît ev yek nameşe. Îktîdar ji Esad hez dike an nake, ev ne pir girîng e. Lê divê êdî yekser hevdîtinan çê bike."    MA / Ferhat Çelik