Dayikên Aştiyê bûn pêşengê Nobeta Demokrasiyê jî 2019-10-02 09:28:10 WAN - Dayikên Aştiyê ku di refê herî pêşî yên çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman de cihê xwe digirin, gotin ew ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe li qada ne.  Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê hatin kirin, di roja 45'an de ye. Di refa herî pêşî ya çalakiyan de jî Dayikên Aştiyê hene. Dayikên li bi rojan e li ber avahiya HDP'a Îpekyolûyê nobetê digirin, destnîşan kirin ku qeyûm zilm e û ji bo çalakiyê bang li her kesî kirin.    'EM JI BO XWEDÎDERKETINA LI RÛMETA XWE LI VIRA NE'    Endama Meclîsa Aştiyê Mînufer Kaçak, destnîşan kir ku ji bo xwedîderketina li dengê xwe û rûmeta xwe tev li çalakiyan dibin. Kaçak, bilêv kir ku ne reng, ne deng û ne jî wijdanê qeyûman heye û got: "Divê hevşaredarên bi dengê gel hatine hilbijartin rojek berî rojekê vegerin ser karên xwe. Dengê me namûsa me ye. 45 roj in em ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe li vira ne. Diviya serokomarê welat ji bo her kesî bi awayekî wekhev tev bigeriyana, lê belê radibe neheqiyê li kurdan dike. Ji bêedaletî, neheqî û heqaretan re êdî bes e' Em bang li gelê xwe dikin; li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin û xwedî li vîna xwe derkevin."    'HETA QEYÛM HEBIN EM Ê BITÊKOŞIN'    Endama Meclîsa Aştiyê Kewê Işik jî, destnîşan kir ku ji ber zilma qeyûman ew her roj li qada ne û got: "Dewlet hîn jî ji kirinên xwe yên bi salan e dike dersek negirtiye, loma careke din qeyûm atyîn kiriye. Her roj bi operasyonan bi ser Başûr û Rojava de diçe. Li Tirkiyeyê jî bi awayekî neheq mirovan digire. Em Dayikên Aştiyê ji bo aştî çê bibe têdikoşin. Heta ev qeyûm hebin em ê bitêkoşin."    'EM NAXWAZIN TU KES JÎ BIMIRE'    Dayika Aştiyê Zekiye aya jî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mirov nikare bêje edalet heye û got, nexasim jî li dijî gelê kurd bêedaletiyeke mezin heye. Kaya, bilêv kir ku dewlet ji aştiyê ditirse û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: "Ev gel bi salan e vîna xwe beyan dike, lê îktîdar bi rêzgirî tev nagere. Gelê kurd, ji bo vîna wî bê naskirin ji mecbûrî terka mala xwe, gund û bajarê xwe kir. Bi ser de canên ciwan binax kir. Em dayik tim û tim aştiyê diparêzin. Em naxwazin tu kes jî bimire. Em ji mirin û girtinê natirsin. Heta em şaredariyên xwe ji wan nestînin em ê bitêkoşin."