Dibe ku sibe Nuriye bînin dadgehê 2017-11-30 11:04:07 ENQERE - Di daninîşîna berê de dozger xwest Gulmen bê berdan, lê dadgehê red kir û hêj girtî ye. Parêzera Nuriye Gulmen Duygu Demîrel, diyar kir ku dibe ku sibe Gulmen bînin danişîna dozê.  Akademîsyên Nuriye Gulmen û mamosta Semîh Ozakça ku bi biryara KHK’ê ji kar hatibûn avatên dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Ji ber vê yekê hatibûn girtin. Piştî demek dirêj  Semîh Ozakça girtî ma, hat berdan. Lê Gulmen hêj girtî dê darizandin. Danişîna doza Nuriye Gulmen dê sibe bê dîtin. Gulmen ku li Nexweşxaneya Numune tê girtin, di danişîna 27’ê Mijdarê de li gel ku dozger daxwaz kir Gulmen bê berdan, lê dadgehê biryara “dewam kirina girtina Gulmen” da û dirûşmen taloq kir.        GULMEN: EZ DIKARIM WEKE KU NEYÊN BERDAN LI BER XWE BIDIM   Gulmen biryar dadgehê bi rêya parêzera xwe Duygu Demîrel ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re nirxand. Gulmen, biryar mîna “tengazerî” nirxand û wiha got: “Ber biryar tengazeriya dadgehê nîşan dide. Ji neçarî wisan dikim. Ne berdana min, min tê nabe, ya girîng berxwdan û domandina berxwedanê ye. Ez weke ku dê sibe bêm berdan amade me û weke qet neyên berdan jî ezê li ber xwe bidim. Ezê vê berxwedana xwe bidomînin. Ev ji bo min tengaziyê nade avakirin. Lê ji serê de ew ji bo min bê çarene. Ji ber ku dosyayek vale ye û dixwazin ji endamtiya rêxistinê me ceza bikin. Lê em pir bi hêzin û em vê hêza xwe ji gel digirin. Em mîna wan ji piyên xwe ve ne zincîrkirîne. Ji ber vê yekê em ê bi ser bikevin û qezenc bikin.”   ‘DIBE KU DERXIN DIRÛŞMÊ ’    Parêzer Duygu Demîrel jî, diyar kir ku di danişîna 6’êmîn a dozê de dibe ku Gulmen bînin dadgehê û wiha axivî: “Ev îhtîmalek mezin. Ji bo ku dadgehe tasdîqê ji Nuriye Gulmen bigire, divê di danişînê de amade be. Ger rêveberiya nexweşxanê jî dosyayê guncaw bibîne, dibe ku Nuriye bînin dadgehê.”    MA / Dîren Yurtsever