Jina nexweşa pençeşêrê hat berdan 2019-10-01 17:10:36       AMED - Ayla Seyîtoglû ya nexweşa pençeşêrê ku beriya çend rojan, li navçeya hênê, ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi ser mala wê ve hatibû girtin û zexta tevlîbûna çalakiya li ber HDP'ê lê hatibû kirin, hat berdan.    Di 27'ê Îlonê li navçeya Hênê ya Amedê leşker û cerdevanan bi ser mala Ayla Seyîtoglû (50) ku nexweşa pençeşêrê ye de girtibûn û zexta tevlîbûna çalakiya li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê lê kiribûn. Ji ber ku Seyîtoglû qebûl nekiribû ku tevlî çalakiya li ber HDP'ê bibe, hatibû binçavkirin. Seyîtoglû ku 4 rojan li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê di bin çavan de ma, îro piştî ku derket dadgehê hat berdan. Seyîtoglû diyar kir ku di bin çavan de kurê wê yê ku tevlî HPG'ê bûye, şerên li herêmê û axaftina bi telefona ya xizmekî wê yê li Stenbolê re ji pirsîne û wiha got: "Timik dihatin ji min re digotin, 'Em telefonê bidin te, heke kurê te yê li çiya bê van deveran tu agahî bidî me?'"