Meclîsa Şaredariya Rezanê ji bo Ceylan Onkol biryar da 2019-10-01 16:38:11   AMED - Meclîsa Şaredariya Rezanê, biryar da ku navê Ceylan Onkol li parkekê bike.    Meclîsa Şaredariya Rezan a Amedê, civîna xwa ya meha Cotmehê îro li avahiya şaredariyê pêk anî. Koma Meclîsê ya HDP’ê ji bo ku navê parka nû ya li Kolana 1124’an a Taxa Rezan vebe bibe “Parka Ceylan Onkol” pêşniyarname da. Pêşniyarnameya di Meclîsê de hat dîtin, bi 7 dengan hat qebûlkirin.    Meclîsa Şaredariyê wê biryarê dûre pêşkêşî qeymeqam bike. Meclîsa Şaredariya Rezanê, di 4’ê Cotmeha 2017’an de jî, biryar da bû navê parkê bibe Ceylan Onkol, lê qeymeqamtiyê ev biryara şaredariyê red kiribû.