Kesên li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-10-01 16:10:12 DERSIM - Hevserok û rêveberên HDP’ê yên Bajêr û Serokê Şaxa ÎHD’ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan.  Hevserokên HDP’ê yên Dersimê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak, rêveberê HDP’ê Yûnûs Aras, endama Meclîsa Şaredariyê Nûrgul Yalay û Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Gurbuz Solmaz ên li Dersimê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a li Miduriyeta Polîsan îro sewqî Edliya Dersimê hatin kirin.    Dozgerê îfadeya 5 kesan girt, bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan, sewqî dadgehê kirin. 5 kesên li dadgehê îfade dan, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    4 KES HÎNA  JÎ DIBIN ÇAVAN  DE NE    Hat diyar kirin ku Cemîl Ataş, Erdal Ekîcî, Ozge Hoşoglû û Cîhan Amaç ên li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin, wê sibe sewqî dadgehê bên kirin.    MEZGIRTÊ 2 BINÇAVKIRIN    Li aliyê din li navçeya Mezgirtê jî, rêvebera EMEP’ê ya navçeyê Pakîze Aydin û rêveberê HDP’ê yê navçeyê Celal Aydin îro hatin binçavkirin.