Sarisaç: Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be 2019-10-01 14:36:10 WAN - Nobeta Demokrasiyê ya Wanê ya li dijî tayinkirina qeyûman di roja 44'an dewam kir. Parlementerê  HDP'ê Mûrat Sarisaç axaftinek kir û got: "Di dawiyê de çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be." Nobeta Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku li dijî tayinkirina qeyûman a şaredariyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê hat despêkirin di roja 44'an de bi çalakiya rûniştinê dewam kir. Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Musa Farisogullari, Muazzez Orhan, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA'yê û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê ya li ber avahiya HDP'ê ya Îpekyoluyê pêk hat, bûn. Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin,"Hevserokatî ji bo me xeta mor e" hat berzkirin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç axivî.   'EM JI BO HIQÎQETÊ TÊDIKOŞON'   Sarisaç, bal kişand ser qeyûman û wiha got: "Tu asta van kesan nîne ku nûneriya gel bikin, gel bi bandor bikin û bi rêve bibin. Ew encex berîka xwe bi bandor bikin. Ev gel wê di dawiya dawî de hesap ji wan bipirse. Gelê kurd dibe ku gelek tiştan ji bîr bike, lê tu carî zilma li wê hatiye kirin ji bîr nake. Gelê kurd xayînkerên xwe tu carî ji bîr nake. Sed sal jî derbas bibin, du sed sal jî derbas bibin wê dîsan ji bîr neke. Dewlet û hikûmet wê tu carî nekarin me teslîm bigirin. Em ji bo hiqîqetê têdikoşin. Têkoşîna vê heqîqetê wê teqez bi ser bikeve. Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be."   Sarisaç, di dawiya axaftina xwe de bang li hêz û beşên demokrastîk, aştîxwaz û azadîxwaz kir ku ligel HDP'ê cih bigirin.   Girseyê piştî axaftinê dirûşmeya "Em ê serî hildin û bi ser bikevin" berz kirin û çalakiya rûniştinê gotina stran, lêxistina çepik û tilîliyan bi dawî bû.