Gefa kuştinê li serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal xwarin 2019-10-01 14:24:36 BÛRSA - Kes ango kesên nasnameya wan nediyar bi gotinên "Dema mirina te hat, dema ecelê te hat" gef li Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Alî Ozturk xwarin. Navenda Giştî ya Komeleyê ragihand ku dê têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin.    Kes ango kesên nasnameya wan nediyar gefa kuştinê li Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Bûrsayê Alî Ozturk xwarin. Van kes angot kesan li ser deriyê mala Ozturk a li taxa Yildirimê gotinên mîna "Dema mirina te hat, dema ecelê te hat" nivîsandin. Navenda Giştî ya Komeleya Pîr Sûltan Abdal têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku êrîşeke din li êrîşên li hembertî elewiyan zêde bûye û ev yek nîşaneya polîtîkayên tunehesibandinê ye. Komeleyê destnîşan kir ku çidikin bila bikin dê ji rêya xwe venegerin û têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin.