Lêçûna çekan dibe zem û ji bêrika gel derdikeve 2019-10-01 13:12:57 NAVENDA NÛÇEYAN – Duh ceyran ji sedî 15 dîsa zem bû. Li Tirkiye krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Ev her meh bandora xwe li ser fatûreyên av, ceyran, telefon û xaza xwezayî dike. Li Tirkiye di salek dawî de lêçûna çekan û amûrên şer ji sedî 70’ê zêde bû. Li gorî rapora Dîwana Muhasebatê Ji Fona Piştgiriya Sanayiya Parastinê ji bo krîna çek, amûr û teçhizatên şer di sala 2017’an de 13.4 milyar TL, di sala 2018’an de jî 22.5 milyar TL pere hat xerçkirin.    Li Tirkiye demek dirêj e krîza aborî didome. Kriza aborî bandora xwe li ser lêçûna welatiyan dike. Her meh ceyran, av, xaza xwezayî, çay, şekir, mazot, gubre, xwarin û vexwarin zem dibe. Her ku zem zêde dibin welatî bêtir xizan dibe û betalî zêde dibe. Herî zêde ceyran û xaza xwezayî zêde dibe. 2 meh berê ceyran zêm bû û niha dîsa ji seadî 14,98 zem bû. Li Tirkiyeyê di salên dawî de ji bo parastinê lêçûna çekan û amadekariya şer zêde dibe. Di salek dawî de lêçûna şer ji seadî 70 zêde bû.    DI 2018’AN DE 22.5 MÎLYAR TL LI ÇEKAN XERÇ KIRIN   Li gorî rapora Dîwana Muhasebatê Ji Fona Piştgiriya Sanayiya Parastinê ji bo krîna çek, amûr û teçhizatên şer di sala 2017’an de 13.4 milyar TL, di sala 2018’an de jî 22.5 milyar TL pere hat xerçkirin.    Tenê di sala 20198'an de lêçûna SSDF’ê 23.4 mîlyar TL pere hat xerçkirin. 22.5 milyar TL jî li lêçûna çek û şer hat xerçkirin. Lêçûna çekan a SSDF’ê ya sala 2018'an li gori sala 2017’an ji sedî 68'ê zêde bû.