Qeyûmê Amedê xwe wek qeyûm tayînî GABB’ê jî kir 2019-10-01 12:09:31 AMED – Qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu xwe wek qeyûm tayînî GABB’ê jî kir. Alîkarê xwe şand civîna GABB’ê û alîkarê wî got “Ez li ser navê dewletê li vir im û ez ê bi we dengdanê nekim” û bêyî pêşniyarî bidawî bibin civîn qediya.  Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyê (GABB) civîna Sala 2019’an a Serdema 2’yemîn a Meclîsê li dar xist. Civîn li Parka Sûmerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Dihat xwestin civîn di 26’ê îlonê de pêk were lê ji ber meclîs bi piranî ji HDP’ê pêk tê ji ber helwesta tayînkirina qeyûman kom nebû. Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê biryar girt ku civîn di 30’ê îlonê de pêk were.    HDP’Ê BELGEYA HELWESTÊ XWEND    Qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu yê di heman demê de Waliyê Amedê ye xwe wek qeyûm ango wekîl tayînî şûna serokatiya GABB’ê kir. Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin di meha hezîranê de bibû Serokê GABB’ê.    Rêveberiya GABB’ê ku 4 HDP’iyan û 4 AKP’iyan pêk tê 148 endamên HDP’ê û 98 endamên AKP’ê hene. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a yekemîn Wekîla Serokê GABB’ê dike civînê birêve bir. Qeyûm Guzeloglu beşdarî civînê nebû. Di şûna xwe de alîkarê xwe yê walîtiyê şand civînê. HDP bi beşdariyek zêde beşdar bû û belgeya helwesta protestokirina qeyûm ji aliyê HDP’iyan ve hat xwendin.    HDP XWEST SEROK JI NÛVE BÊ BIJARTIN    Endamên HDP’ê di civînê de pêşniyar kirin ku serokê GABB’ê ji nûve bê bijartin. Pêşniyar ji aliyê dîwana civînê ve hat qebûlkirin. Piştî pejirandina pêşniyarê Serokê Şaredariya Şirnexê yê AKP’yî Mehmet Yarka diyar kir ku dê alîkarê Walî di civînê de biaxive. Endamê GABB’ê Ahmet Kaya yê Hevşaredarê Erxenî diyar kir ku axaftina alîkarê Walî ne hiqûqî ye û bertek nîşanî rewşê da.    ‘EZ LI SER NAVÊ DEWLETÊ LI VIR IM’    Alîkarê Walî bi dagirkirina kursî bersiv da axaftina Kaya û got: “Ez li ser navê dewletê li vir im û ez ê dengdayînekê bi we nedim kirin. Jixwe serokek Yekîtiyê heye û ew jî Walî ye.”  Li ser vê yekê bêyî ku pêşniyarên rojevê bên nirxandin civîna meclîsê bi dawî bû. Civîn taloqî 3 hefte şûn ve hat kirin.