4 kes ji Partiya Şoreşger hatin binçavkirin 2019-10-01 12:02:18 STENBOL - Di operasyona li dijî Partiya Şoreşger de 4 kes hatin binçavkirin.   Li Stenbol û Îzmîrê, di operasyona li dijî Partiya Şoreşger de, 4 rêveberiyên wê hatin binçavkirin. Li Stenbolê, Endamê Partiya Şoreşger û MYK’a Dev-Guç Huseyîn Yildirim, endama MYK’a Dev-Guç Başak Yeşîlot û endamê MYK’a Dem-Guç Can Çildir hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a STenbolê ya li ser Cadyea Vatanê.   Li Îzmîrê jî, Endamê Meclîsa Partiya Şoreşger Vûral Kosê hat binçavkirin û nehat zanîn ku Kosê bi ku ve birin.