25 girtiyên siyasî sewqî Espiyê kirin: 3 girtî kirin hucrê 2019-10-01 11:47:55 AMED - Ji 25 girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa L a Espiye hatin kirin, 3 jê kirin hucre ye. Keça Mehmet Çagrici Bîrgul Çagrici, diyar kir ku bi bavê wê 25 girtî di 19'ê Îlonê de sewqî  Girtîgeha Espiye ya Giresûnê hatine kirin.  25 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê sewkî Girtîgeha Tîpa L a navçeya Gîresûnê ya Espiye kirin. Rayedarên girtîgehê ji 3 girtî kirin hucre. Keça Mehmet Çagrici yê girtî Bîrgul Çagrici derbarê sewka bavê xwe de axivî. Çagrici, diyar kir ku di 21’ê Îlonê roja Şemiyê roja hevdîtina telefonê ya bavê wî bû û wiha axivî: "Ji ber ku li me ne giriya me mereq kir. Li ser vê yekê em li xizmên malbatên girtiyên din geriyan. Wan jî got xizmên wan ên girtî li wan negeriyane. Dema ku em li Girtîgeha Giresûnê geriyan ji me re gotin girtî hatine sîrgûnkirin. Me jî ji wan re got, 'We çima agahî nedan malbatan.' Wan jî got ‘haya me jê nîne. Em jî nizan in. Girtîgeha ku ew sirgûn kirin, diviya bû agahî bidin we.'”   ‘TIŞTEKÎ WAN TUNE YE’   Çagrici, dest nîşan kir ku dûre li girtîgeha ku bavê wê sewqî wir kiribûn geriya û wiha bilêv kir: "Rayedarên girtîgehê gotin 'roja duşemê bigerin em ê agahî bidin.' Ez jî roja duşemê lêgeriyam. Min darbarê bavê xwe de agahî girtin. Bavê min roja çarşemê bi telefonê li min geriya û ji min re ev agahî dan; 'Em 25 kes sirgûn kirin. Ji me 3 kes avêtine hucrê bi tenê. Hevalekê me gelekî nexweş e. Rewşa wî jî nebaş e. Ji ber wê me gelek hewldan kir ku wî ji hucreyê derxînin.' Hemû amûrên wan ji wan standine û nehiştine ku tiştekê bi xwe re bibin. Tenê bi kincên ser xwe sîrgûn kirine.”   Çagrici herî dawî diyar kir ku niha tiştekî girtiyan tune ye, agahiya wan ji tiştekê nîne, televizyon, radyo û rojnameyan nadin wan.   Em derbarê îdîayan de li Girtîgeha Tîpa L Espiye ya Giresûnê geriyan û rayedarên girtîgehê diyar kirin ku bi riya telefonê nikarin agahiya bidin.