Li Sêrtê hezaz: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan 2017-11-30 09:52:48   SÊRT - Li navçeya Xezxêrê ji ber barana zêde, xaniyek xera bû û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn   Li gundê Saganli yê navçeya Xezxêra  Sêrtê, di saet 02.30 de ji ber barana zêde, xaniyê malbata Coşkun xera bû. Di bûyerê de ji 8 kesên di malê de, bav Cemal Coşkun, kurên wî Omer ê 5 salî û Yusuf Coşkun ê 15 salî jiyana xwe ji dest dan. Hevjîn û 4 zarokên malbata Coşkun ên birîndar bûn ji aliyê gundiyan ve hatin  xelaskirin. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xezxêrê û hatin dermankirin.