Ciwanê pêl mayînê kir û lingekî wî jê bû, ji bo proteza xwe li benda alîkariyê ye 2019-10-01 09:14:10 WAN – Unal Demîr ku dema li gundê xwe çîkil berhev dikirin pêl mayînê kir û lingekî wî jê bû, ji ber rewşa aborî nikare proteza xwe biguherîne. Demîr, ji bo alîkariyê bang li her kesî kir.  Di sala 2009'an de ciwanê bi navê Unal Demîr dema li gundê Qoçkirina Jor ê Qelqeliya Wanê çîkil berhev dikirin pêl mayînê kir lingekî wî jê bûbû. Demîr, ji ber rewşa aborî nikare proteza xwe biguherîne. Ji bo alîkariyê bang li her kesî kir.    PROTEZ ŞIKIYA    Demîr, diyar kir ku binê protezê wî şikiyaye û nikare pê bimeşe û behsa bûyera hat serê wî kir: "Gava min çîkil berhev dikirin mayîn peqiya. Lingê min ê rastê perçe bû. Gundê me nêzî sînorê Îranê ye û cihê em lê bûn mêrg bû. Li wir tu tabeleyeke nehatibû bicihkirin. Piştî teqînê qederekê li nexweşxaneyê mam. Paşê protez xistin şûna lingê min."    'NIKARIM BIXEBITIM'    Demîr, bilêv kir ku ji ber vê rewşê ew û zarok û hevjîna xwe li mala bavê xwe dimîne û got: "Bavê min lazmatiyên zarokên min dikire. Em sê malbat di malekê de ne. Bavê min karê înşeatê dike, lê belê niha kar jî bi dest wî nakeve. Di warê aborî de rewşa me nebaş e. Ji ber kar tune ye bavê min bi ereboka destan tiştan difiroşe. Lê ew jî têr nake. Ji sala 2009'an ve naxebitim. Gava kar bi destê min dikeve jî, lê ji ber lingê min proteze nikarim deyax bikim. Carinan min li Hala Zebze mal bar dikirim lê tiştê bi dest min diket jî têr nedikir."    'JI BO ALÎKARIYÊ BANG KIR'    Demîr, da zanîn ku protez 5 salan carekê tê guherandin û got: "Lê belê hîn 5 sal naqede protez xera dibin. Sîlîkona di hundurê protez de perçe bûye û divê bê guherandin. Lê belê ji ber biha ye nikarim biguherînim. Lingê min xwînî dibe û birîn çê dibin. Ji bo vê dixwazim rayedar û her kes alîkariya min bikin."