Sûriye piştî şerê 6 salan niha li çareseriyê digere 2017-11-30 09:45:10 NAVENDA NUÇEYAN - Li Sûriye piştî DAIŞ bi destê hêzên navneteweyî bi cih bû, şerekî dijwar dest pê kir. Bi milyonan welatiyên Sûriye ji ber êrîşê DAIŞ'ê koç kirin û bi sed hezaran mirov li Sûriye hatin kuştin. Piştî hêzên xweser yên YPG, YPJ û QSD'ê li dijî DAIŞ'ê şer kir û Kobanê, Heleb, Minbiç, Reqqa û gelek bajarên din ji DAIŞ'ê azad kirin, kurd û tevgera azadiyê bû xeta sêyemîn. Êdî gelê Kurd, Ereb Suryan, Durzî, Asûrî û Ermenî bi xwe qedera xwe dinivîsin. Hêzên navneteweyî jî di nava planên nû dene.  Şerê navxweyî yê di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir 5 sal li pey xwe hişt û dikeve sala 6'an. Di şer de bedelên herî giran gelê li herêmê da. Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li vê axê gelê herêmê ji bo bi xwe qedera xwe diyar bike ketine nava guhertin û têkoşînek mezin. Şerê navxweyî ya Sûriyê ku DYA û Rûsya nêzî 4 salin rolek aktîf girtine, her çiqas li dijî Rejîma Beas weke serhildanek gel hatibe destpêkirin jî, derbasî şerekî wekaletê ya ku Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Qetar, Îran, welatên Yekîtiya Ewropa (YE) cih digirin e.    128 KOMÊN ÇEKDAR Û 180 HEZAR ENDAMÊN WAN KETIN SÛRIYE   Sûriye ku 23 milyon nifusa wê heye, Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan-Asûrî, Ermen, Dûrzî lê dijîn. Li bakur; Tirkiye û bakurê Kurdistanê, li başur; Urdun, li rojhilat; Iraq û başurê Kurdistanê, li rojava; Lubnan û Filistîn cîranê Sûriyê û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ne. Bi “Bihara Ereban” re piştî Tûnûs, Lîbya, êdî dor hatibû Sûriyê û di 2011’an de her çiqas wek li dijî Rejîma Beas wek serhildana gel destpê kir jî, bi demê re bi beşdariya DYA, Rûsya, Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Qetar, Îran û welatên YE, her yekî tevlîkirina hêzên xwe yên heremî re zivirî şerekî wekaletiyê. Wisa bû ku di nava sala 2011’an de ji nişkave 128 komên çekdar û 180 hezar zêdetir endamên girêdayên wan ketin Sûriyê. Her dewletên ku hin komên rêxistinên çekdar xwedîkirin û di şer de cih girtin, bi milyonan Sûriyeyî hatin koçberkirin û bi sed hezaran sivîl hatin qetilkirin.    Di şerê navxweyî ku êdî weke “Sêyemîn Şerê Cîhanê” hate pênasekirin de, kurdan jî riya 3’yemîn bijartin û şûna vê şerî kurtir bike ji hemû gelên Sûriyê re paşerojek demokratîk wead kirin, her roja çû hêzên xwe yên siyasî û leşkerî berfirehtir kir. Di heman demê de bi gelên Sûriyeyê re bû yek. Ji avakirina Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û ji artêşa Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re pêşengtî kir û ji tevahî gelên Rojhilata Navîn re paşerojek “Neteweya Demokratîk” wead kir.     REJÎMA BEAS ÇAVÊ XWE JI KOMKUJIYA GELAN RE GIRT   Di 6 salan de hêzên hegemonîk, bi destê Neteweyên Yekbûyî (NY) di serî de li bajarê Cenevreyê li gelek welatan qaşo li çareseriyê digerin, di hevdîtinên civînên ji Cenevre-1 bigire heta Cenevre-7 de hatin cem hev. Li şûna hêzên leşkeri û siyaseta pratîk a heremê tev li civînan bikin, wekîlên xwe vexwendin civînan û hiştin ku ev şer berdewam bike. Li hemberê vê, Rejîma Beas a di bin rêveberiya Beşar Esad de jî, li dijî dagirkirin û qirkirina gelan a ji aliyê komên Selefî-Cîhatkar ên girêdayên El-Qaîdê ve hatin kirin, çavên xwe girt. Rejîma Beas a ku bi rêxistina îstîxbaratê ya bi navê El Muhaberat a di Rojhilata Navîn de hêzekî herî hişyar bû, ji van komên çekdar re çavên xwe girt û ya gelên ku li hemberê Rejîmê “Raperînê” dikirin, hewceyê xwe kir.    HÊJ 98 KOMÊN ÇEKDAR LI SÛRIYE Û BAKÛRÊ SÛRIYE HENE   Di Sûriye û Bakûrê Sûriyê de, her çiqas di nava 6 salan de hin komên çete yên biçûk di nava komên din de heliyabin jî, ji bilî hêzên Rejîma Beas, Hizbûllah, QSD’ê, hêj jî 98 komên çekdar  hene. Ji van 63 kom ên pêşengtiya wan Cebhet El Nûsra dike di bin navê Heyat Tahrîr El Şam de bûne yek. 13 kom di pêşengtiya Ceyş El Îslam û Fetîh El Şam ku wek e El-Qaîde ya nerm tên bi navkirin de civiyan, 12 kom ên ku Ehrar El Şam pêşengtiya wan dike di bin navê Îslamiya Siyasî ya Selefî de, 10 kom jî di bin navê Îslama Siyasî yên Lîberal de civiyan e. Ev koman ji aliyê dewletên wekî Tirkiye, Qetar, Erebîstan a Siûdî, hin welatên kendavê ve piştgiriya perwerdeya leşkerî, çek û cebilxane, lojîstîk, pere û hwd tê kirin. Ji ber hejmara komên çekdar û mudaxila gelek hêz û dewletên heremî û navnetewî ve ya di Sûriyê de pir zêde û tevlîhev e, di Sûriyê de êdî gelek kar wisa li gor qurala zanyariya siyaseta klasîk raste rast nameşe.    GELEK KOM DI BIN NAVÊ DAIŞ'ê DE BÛN YEK    Di sala 2012’an de Artêşa Azad bajarê Dêra Zor ji destê hêzên Rejîma Sûriyê girt. Piştre di sala 2013’an de di pêşengtiya Ebû Muhammed El Colanî Cebhet El Nûsra de koma çekdar a di nava El-Qaîdê ya herî hişk û radîkal dihat nasîn cihê xwe girt. Di heman salê de 15 generalên Sedam Huseyîn ku serkêşiya wan, Îbrahîm Awad Îbrahîm El Muhammed El-Badrî Samara (Ebû Bekir El-Bexdadî) yê li Bexda, Pakîstan, Afganîstan perwerdehiya leşkerî dîtiye û beşa El-Qaîde ya Iraqê bû, piştî bi kiryarên xwe pêş ket, bi îlankirina “Xilafetiyê” ya Bexdadî re, derket holê. El Nûsra ev qebûl nekir û El-Qaîdê esas girt.  Ev kom piştre derbasî Sûriyê bû, “Şam” li navê xwe zêde kir û navê Dewleta Îslam a Iraq û Şam (DAIŞ) li xwe kir. Di demek kinde herêma Dêra Zor heta Reqqayê ji destê El Nûsra derxist.  Di wê pêvajoya ku Sûriye bi temamî tevlîhev bubû, di serî de Emerîka, hêzên koalisyonê û Rûsya, Îran, tevî fînansorê DAIŞ’ê Erebîstana Siûdî, Qetar, Tirkiye ya DAIŞ’ê weke “Rêxistina Teror” û “Koma Selefî-Cîhadî ya dijî mirovahiyê” îlan kirin, ketin Sûriyê.    HÊZÊN NAVNETEWEYÎ AXA SÛRIYE JI XWE RE KIRIN QADA ŞER   Di nava hêzên hegemonîk de dewletên piştgiriyê didan DAIŞ’ê jî hebûn. Hêzên navdewletî gotin “DAIŞ, di Iraq û Sûriyê de dixwaze împaratoriyek tirsê ya dijmirovahiyê û çandekê li heremê ava bike. Di nexşeya siyasî, cografîk, civakî, leşkerî de guherînek dixwaze çêbike, em vê qebûl nakin, em dê nehêlin Sûriye û Iraq bikeve destê wan” ketin Sûriyê.    Hemûyan rêxistina DAIŞ rewa dîtin. Lê di cewher de armanca wan a esasî ne ew bû. Di nava van hêzan de şerê dijî hev hebû. Şerê ber deriyê xwe  kişandin nava axa Sûriyeyê. Rayedar û Serokê berê ya Emerîka Barack Obama, di her platform, civînan de ji bo gel û muxalifên nava welatê xwe îkna bikin, gotin "Komek Selefî-Cîhadî di Sûriye û Iraqê de derketiye. Ji bo berjewendiyên welat pir xetereye, kengê bixwazin dikarin teqînan pêk bînin. Şirketên Emerikî wê nikaribin li welatên din azad kar û xebat bimeşînin. Ji ber vê yekî divê bikevin Sûriyê."  Kongreya DYA’yê li ser vê yekê ji bo Pentagon hemû derfetên, pere, çek û cebilxane amade kir û destûra “Dikarin bikevin Sûriyê” da.     RÛSYA BI DAXWAZA ESAD LEŞKERÊN XWE JÎ KIŞAND SÛRIYEYÊ   Rûsya jî her çend ji sala 1970'e yî de li Sûriye bû jî bi heman hincetî leşkerê xwe jî kişand ser axa Sûriyeyê. Tê gotin ku hemû sîstemên fermî, çandinî, banqeyan û hwd in ji aliyê Rûsya ve hatiye danîn. Hem li Sûriye û hem jî li Lîbya siyaseta Rûsya serdest bû. Lîbya ku ji nişka ve ji destê Rûsya derket, ji bo nekeve heman kêmasiyê bi her awayî berê xwe da Sûriyê. Lê diviya bû ev li ser bangewaziya fermî ya hikumeta Beas pêk hatibûya. Rûsya ji Rejîma Beas xwest di meclîsa xwe de ji bo parastina rejîmê biryaran bidin derxin û weke ku hikumet hatina leşkerên Rûsya ya Sûriyê rewa bibînin nîşan bidin. Li ser vê Beşar Esad, di dawiya sala 2014’an de cara yekemîn berê xwe da Moskowayê û hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê bi daxuyaniyekê got: “Em dixwazin ji bo parastinê leşkerên Rûsya wer e welatê min.” Piştî vê yekê Rûsya di bihara sala 2015’an de bi awayek fermî leşkerên xwe şande Şamê.    ÎRAN REWŞA SÛRIYE JI BO XWE XETER DÎT   Îranê jî rewşa xeter ya Sûriye ji bo xwe xeter dît û gok; “Di Sûriyê de tevlîheviyek heye. DAIŞ, El Nûsra, komên çekdar ên din hene. Amerîka û Rûsya jî ketiye hûndir. Lubnan, Hizbûllah û ya herî girîng berjewendiyên welatê min di xeterê de ye. Divê ez rê li vê xeteriyê bigirim."    Pişti koçberî û kuştin zêde bû, Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek amade kir û diyar kir ku ji ber şer bi hezaran sivîl hatin qetilkirin, bi milyonan hatin koçberkirin. NY xwest Rejîm, dev ji kuştin, girtin, zilm û zordariya li ser gelên Sûriyê rake û jiyana hemwelatiyan nexe xeteriyê. NY'ê ev wekî sûcê mirovahiyê dît. Rejîmê jî parastin kir û got: “Tiştek wisa tune ye, komên terorîst ên wekî DAIŞ, Cebhet El Nûsra ketine welatê min, li ser hemwelatiyan zilm û zordariyê dikin em bi gel re li hemberê wan têkoşîn û şer dikin. Erê rast e destpêkê hin aliyên muxalif hebûn tevlîheviyê derdixistin. Lê niha ev derketine derveyê welat.”     PIŞTÎ DAIŞ TÊK ÇÛ SEDEMA HÊZÊN DERVE LI SÛRIYE BIMÎNIN NEMA   Hêzên bi sedema DAIŞ ewlehiya wan dixe qeterê ketin axa Sûriye, piştî peytexta DAIŞ’ê Reqqa ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hat hilweşandin, ketin pêvajoyek nû. Ev hêzan, niha jî ji bo karibin li Sûriyê bimînin di lêgerîna hinceteke nû de ne.    RÛSYA    Rûsya, ji bo di vê pêvajoyî de karibe di Sûriyê de bimîne, hincetên wekî “Di heremê de Amerîka, Îran hene, Tirkiye bi komên çeteyan re lihev dike, komên çekdar pir çêbûne, bermahiyên DAIŞ jî hene, Sûriye perçe perçe dibe, jixwe Sûriye hem di hêla siyasî, aborî, leşkerî de lawaz û bêzar maye, divê yekbûyîna Sûriyê biparêzin” rêz bike jî, sedema esasî di sala 2002’an de ji bo hemû berhemiyên “Xaz, petrol û riya turîzmê” li tevahiya welatên Ewropa û cîhanê belav bike li ser Perava Derya Spî, bi hikumeta Sûriyê ya demê re peyanek îmze kiribû. Ev peyman didome û Rûsya naxwaze dev ji vê yekê berde û vê yekê esas nîşan dide. Rûsya, di qada dîplomasiyê de hem sedemên navborî û hem jî bi sedema li Sûriyê çareseriyeke siyasî pêş bixin û meclîseke hevpar a ku ji hemû pêkhateyan pêk tê ava bikin, ji bo xwe wekî sedema mayinê nîşan dide.    EMERÎKA    DYA jî her çend heman hincetan nîşan bide jî armanc dike ku li şûna DAIŞ’ê hêzeke bi qasî DAIŞ'ê xeter bikeve heremê mijûl dibe. Ew jî, Îran û hêzên girêdayên Îranê ne. Ji bo ya Îranê bi riya hêzên girêdayên xwe (Haşdî Şabî) bi fermî bixe Sûriyê, demeke dixebite. Emerîka û hêzên koalisyona navneteweyî ku bi hinceta dawîkirina DAIŞ’ê ya ji Sûriyê, çek-cebilxane û bi milyonan dolar pere xerc kiriye wisa bi hêsanî ji heremê dernekeve. Ew jî wek e Rûsya, di fikira bi riya civînên Cinev û hwd, di bin navê ji bo di Sûriyê de çareseriya siyasî de parlementoyek hevpar ava bikin, bimîn e, piştre dema ev parlemento, meclîs lihev rûniştin biryara derketinê dan “Em ê hesaba xwe ya madî bikin û derkevin”. Emerîka, hêzên koalîsyonên navneteweyî, Erebîstana Siûdî, welatên Kendavê û heya astekî Rûsya, ji bo karibin di heremê de bimînin, her yekî ji aliyê xwe ve ji bo piştgiriyê bidin plansaziyê, fikir-projeyên pratîkî yên zirav û kûr çêkirin. Ev hêzên hegemonîk ku ji nimêj ve hesaba hilweşandina DAIŞ’ê kiribûn, zûde ketibûn nav lêgerîna hincetan a ji bo mayînda xwe ya di heremê de. Ji bo vê destpêkê ya Ebadî anîn ser hikumeta Bexdayê û piştre jî ya Barzanî dafandin nava vê mesela referandumê û daxwaza “Dewleta serbûxwe”. Ji bo serokatiya hikumeta Bexdayê, divê yekî wisa hilbijêrin ku hem kesekî Şiî be, hinek bi Îranê ve girêdayî be lê carina jî van hêzên hegemonîk guhdar bike, hilbijêrin. Malikî ku bi awayek radîkal bi Îranê ve girêdayî ye, wî rakirin di şûna wî de Ebadî anîn. Ji bo destê Ebadî xûrt bibe jî, herêma Misûl a ku di dema Malikî de DAIŞ hatibû dagir kiribû, bi piştgiriya hêzên koalisyona navneteweyî ji DAIŞ’ê hat paqijkirin û Ebadî wek e qehreman dan nîşandan. Lê ji ber ku li Bakûrê Sûriyê hêzên QSD’ê bi awayek dijwar bi ser DAIŞ’ê ve diçe û peytexta DAIŞ’ê Reqqa jî di navde, gelek herêman ji DAIŞ’ê rizgar kir û ew pîvana qehremantiyê bilind kirin.    BARZANÎ RÊ LI HÊZÊN DIXWAZIN BIMÎNIN VEKIR   Mesûd Barzanî, li ser nêrîna ‘Netewperestiyê’ ji bo serokatiya xwe ya dema wê qediya ye dîsa nû bike û nakokiyên aborî, siyasî û hwd ên di başurê Kurdistanê de ji rojevê derxe, refarandum pêkanî. Bi vê yekê rê li pêş hêzên hegemonîk ên dixwazin li heremê bimînin vekir. Tê gotin, ev projeyek hêzên navneteweyî bû. Barzanî jî bi koranî xwe avêt nav.  Kesên ji rewşê aciz ji bo rewşê ji holê rakin Ebadî peywirdar kirin û rê li milîs û artêşa wî vekirin. Kerkûk, Tuzxûrmatû û deverên din dagir kir û li sînorê Elbû Kemal sekinîn. Armanca Amerîka, hêzên koalisyona navneteweyî û Rûsya ku ji hevkariya Îranê ya di Sûriyê de aciz e, xwestin bi riya Haşdî Şabî, Îranê bi fermî bixin Sûriyê. Ji bo vê jî hêzên Haşdî Şabî ku di 11’ê mijdarê de gihiştibû sînorê Elbû Kemal, nêzî 8 km bi hûndirê sînorê Sûriyê ve pêş ketibû. Amerîka û Rûsya ligel ku dikaribûn bi balafiran li wan xistibûna jî lê ev nekirin û hiştin hêzên girêdayên Îranê bikeve Sûriyê. Dema Îran bi awayek fermî bikeve Sûriyê, dê hêzên dixwazin di heremê de bimînin ji Emerîka re bibe sedema mayînê.    ÎRAN    Îran a li Sûriyê nêzî 70 hezar leşkerên girêdayî wê hene, her carê bîlanço derbarê hejmara kuştiyên hêzên girêdayî wê, xerckirina pere, çek, cebilxane yên li dijî komên çekdar ên muxalifên Rejîma Sûriyê, aşkere dike. Îran, herî dawî di çileya 2016’an de rapora bîlançoya xwe aşkere kir. Ragihand ku 2 hezar û 112 leşkerên girêdayên wê hatine kûştin. Helîkoptêrek û 12 tangên wan hatine rûxandin, Di nav de çek û bombeyên giran jî heyî li dijî komên çeteyan cebilxane xerc kirine. Îran, bi aşkerekirina van bîlançoya dixwaze bibêje ku “Ji sala 2011’an û vir ve ez bi eskerên yên di bin navê hin rêxistinan de di heremê de me, hemû mesrûf, çek û cebilxaneya pêwîstiyên Rejîma Sûriyê min daye. Ev ji meseleya Şiîtî û Sûnnîtiyê derbas bûye, êdî ez hevparê Sûriyê me” dihesibîn e.     TIRKIYE   Welatê herî bi dizî û xafik nêzîk dibe û dixwaze li Sûriye mayinde bibe Tirkiye ye. Tirkiye, ji bo plana “Neo-Osmanî” pêk bîne û siyaseta “Bila kurd dayika xwe nebîne” têxe meriyetê naxwaze Efrîn û Kobanê bibe yek. Dixwaze projeya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê têk bibe. Bi vê armanê bi Rejîmê û Rûsya re peyman çêkir. Tirkiye, di dagirkirina Cerablûs û Şehbayê de, ji rejîm û Rûsya xwest ku li dijî ketina wê ya Cerablûs û Şehbayê dengê xwe nekin. Got 'Ez jî ji bo ketina we ya Helebê dengê nakim. Xwest ji bo îknakirina komên wekî El Nûsra ji Helebê vekişînin, alîkariyê bide wan. Tirkiye, ji bilî vê plana xwe, dixwest zextê li ser Amerîka û hêzên koalîsyona navneteweyî bike da ku tevlî Operasyona rizgarkirina Reqa û gundewarên wê bibe. Du sedem girîngiya tevlîbûna Tirkiye ya vê operasyonê hebûn. Yek jê li ser maseya navneteweyî de kêm be jî wê bibe xwedî gotin. Ya din jî, dê di rûpelên dîroka hilweşandina peytexta DAIŞ’ê de navê xwe bide nivisandin. Ji ber ku Tirkiye dizane, hêj jî, navê kurdan ên ku împaratoriya Aşûriyan a diçûn kîjan heremê bi ji serê mirovan kelehan ava dikirin, hilweşandin, di rûpelên dîrokê de hatiye nivisandin, dîsa Selahadîn Eyubî ya welatên ereban rizgar dikir, di dîrokê de tê bîranîn. Her wiha Tirkiye dixwest bi beşdariya operasyona Reqqayê re, ew sicîla xwe ya her tim bi tawanbariya “Piştgiriyê dide DAIŞ” paqij bike, israr kir. Tirkiye ku daxwazên wê pêk nehat, kete nav lêgerînên cuda. Xwe nêzî Rûsya kir û bû hevkarê Îranê. Ketina heman eniyê ji bo Tirkiyê hem zirar û hem jî feyda xwe hebû. Berjewendiya wê ew bû ku bi riya Rûsya pêtir dikare bikeve Sûriyê û li ser kurdan dijminantiyê bike. Xisara wê jî ew bû ku dema xwe da pişt Rûsya, Rejîm û Îranê, têkiliya wê ya bi NATO, Ewropa û Amerîka re xera bû. Bi hatina Trump re, Amerîka ya mutefikê Tirkiyê ye, projeya CIA ye ya hêzên herêma Şehba ku girêdayên Tirkiyê bûn dawî kir û alîkariya xwe ji heremê vekişand. YE, bi hinceta Tirkiye alîkarî dide hêzên terorîst, muzakereya ketina YE rawestand û ambargoyek siyasî da ser Tirkiye. Amerîka û hêzên koalisyonê, ji bo baskên aborî ya Tirkiye ya bi Qetarê ve qût bike û hem bi hinceta Qetar, derveyê plansazî û agahiya wan bi komên terorê re têkilî datîne qrîzek kûr di Qetarê de hat çêkirin. Ev jî bi destê Erebîstana Siûdî pêk anîn. Piştî Trump çû Erebîstanê û qral re “Lîstîka Şûr” leyist, wê demê hem ya Siûdî bi hevkariya Qetar sûcdar kir û wek e ceza milyon dolaran çek firoteyê û hem jî ji bo qrîza Qetarê xistin dewrê. Ji ber Tirkiye ku ji sedî 74-76 butçeya dewletê ji “Şerê taybet” re veqetandiye, ji bilî pereyên bi faîz a ji Banqa Cîhanê û IMF distîne, ji destan (ne fermî) mehê kêm-zêde  28 milyon dolar ji Qetarê digire. Ji ber vê yekê qrîza li Qetarê hat derxistin darbeya herî mezin li Tirkiyê xist.    REWŞA SÛRIYE Û BAKÛRÊSÛRIYE   Berê hemû komên çekdar û hêzên muxalif ên li Sûriyê di qontrola Tirkiyê de bûn. Piştî qrîza Qetar û Erebîstanê, vekişandina alîkariyê ya Amerîka û YE ku pere li ser Tirkiyê qût kir, gelek komên girêdayên wê xwe vekişandin. Tirkiye, heta niha bi avakirina hikumeteke demkî û artêşeke hevkar a ji komên çeteyan hatibû avakirin, mehane 312 hezar dolar meaş, bi tevahî mesrefan milyonek dolar, êdî qût kir. Piştî gelek nîqaş û hevdîtinan, mehane bi zor150 hezar dolar dikare bide wan. Di rojên dawî de di navbêra Ezaz û Cerablûsê de ji ber noqteyên leşkerî di navbêra komên çekdar ên Cebhet El Şamiye û Sûltan Mûrad de gengeşî derketin. Dîsa demek dirêje Koma Nûreddîn Zengî ku bê agahiya Tirkiyê di navbêra wî û Tahrîr El Şam de pêvçûn derketin. Ji ber nakokî, pêvçûnên di nava koman de pêk tên û sedema Tirkiye meaşê wan qût kiriye, di nava 2 hefteyên dawî 283 endamên van koman direvin û tevlî Tabûra Ceyş El Siwar ku girêdayê QSD’ê ne û hinek jî ber bi Lubnanê ve diçin. Tê gotin ku hejmara endamên ku wê birevin di rojên pêş de hê zêdetir bibin. Ji ber vê yekî jî ev pirsgirêk, nahêle ku Tirkiye plana xwe ya li ser Efrînê pêk bîne. Li aliyê din, "Cebhêt El Nusra" bûne du beş.Yek girêdayî Ebû Mihemed El Colanî, Ya din jî girêdayî rêxistina "El Qayîdê" ya Hemze Bin Ledîn e. Ebdulah El Mihêsinî û El Şêx EbdilRezaq El Mihdî tev endamên biyanî û endamên ewlehiyê li Idlibê li ba Hemze Bin Ledên in. El Mihêsinî û El Mihdî ji mezintirîn emîrên "Cebhêt El Nusra" ne, gelekî cihên xwe diguhêrin û bê soz bi fermandarên komên çete re dicivin, ji van civînan jî, civîna ku destpêka meha Kanûnê de li gundê Kefer Naha di navbera El Mihêsinî û hemî serçeteyên "Cebhêt El Nusra" de li biryargeha rêveberiya "Cebhêt El Nusra" ya di navbera gundê Kefer Naha û mizgefta El Mehmûd de li darket.  Li Nibil û Zehra ku 3 sal in di bin qontrola Hizbûllah a Lubnanê de ye, di navbêra hêzên Rejîmê û Hizbûllah û gelê heremê de pêvçûn derketin. Hêzên Rejîmê ku dixwaze nêzî 900 kesên berê bi sûcên cuda hatibûn cezakirin û bi kesan bi malbatên xwe re, xwe spartine hêza Hizbûllahê û li hemberê rejîmê şer dikin.    REWŞA REJÎMÊ   Rejîma di şerê Dêre Zorê de bê hêz maye, niha ketiye nav hewildanên îstîxbaratî û propagandayê ya berê pir xweş bikar tanî. Bi destxistina Dêra Elzor ji aliyê Rêjîmê ve bû sedem ku gelek welatiyên Dêra Elzor koçberî heremên Cizîrê bûn. Bi taybet piştî ku malên wan di encamên topbaranên Rêjîmê û hevkarên wê de zirarên mezin gihişt can, mal û milkên gel. Ji ber vê yekê gelek sivîlan berê xwe dan Herêma Cizîrê. Rêjîma Sûrî ji vê yekê dixwaze sûd bigire û li gorî wê li herêma Cizîrê wan bi kar bîne. Di civîneke ewlekariyê ya li Qamişlo pêk hat de biryar hat girtin ku tensîqek di navbera ewlekariya Dewletê û ewelakriya Siyasî de bê çêkirin da ku daxuyaniyeke were belav kirin. Daxuyanî wê taybet li ser polîtîkaya Rejîmê ya li ser van koçberên Dêra Zorê çi be. Li gor agahiyan Rejîma Sûrî ji bo van koçberên ku piraniya wan Sûnnî ne, li ser siyaseta şiîyatiyê pêş bixe. Li aliyê din jî di demên pêş de ji hin eşîran hêzeke leşkerî bide avakirin. Dîsa pêve girêdayî li gor agahiyan gelek endamên Dîfay El wetanî ji operasyona Dêra Zor vegeriyan e û her tim propaganda dikin ku Artêşa Sûriyê xûrt bûye û çekên pêşketî li cem wan heye. Ev çekên behsa wê dikin yên Rûsiya û Îranê ne. Bi van hewldanan tê dîtin ku Rejîma Sûriyê ku pir lawaz bûye, dixwaze bi propagandayê hebûna xwe bidomîne.    PLANÊN REJÎMÊ YÊN LI SER REQQA    Di demên dawî de bi taybet piştî ku Dêra Elzor hate bi dest xistin, Şêwîrmenda Beşar Esed Buseyîna Şaban di hevdîtinekê bi Televizyona qenala Elmeyadîn de derbarê rizgarkirina Reqayê ya ji aliyê QSD'ê ve hatî kirin, got ku ew vê rizgarkirinî wek dagirkeriyê dibînin. Şêwirmendê Kar û Barê Netewî ya Îranê Alî Ekber Wîlayetî jî di 03-11-2017an de ragihand ku hêzên Rêjîma Sûrî dê di demeke nêz de berê xwe bidin Reqqa yê. Dema em daxuyaniya Beşar Esed a "Bi zorê be jî em dê heremên di bin qontrola QSD'ê de paşde bigirin" li ser zêde bikin, diyar e ku amadekariyekî Rejîma Sûriyê bi hevkariya Îranê re ji bo heremên Dêra Zor ên ji aliyê QSD'ê ve hatiye rizgarkirin û Reqayê heye. Ji ber li gor agahiyan, Rejîm hemû endamên îstîxbaratê (Muxabarata) ê yên berê li Reqayê bûn, careke din komî ser hev kiriye û li gundê Ressafa ya başurê Reqayê dikeve bicih kiriye. Eger Rejîm ji bo êrîşê li ser Reqayê nikaribe bike jî, bi riya vê gruba endamên îstîxbaratê her tim di Reqayê de tevlîheviyan derbixe û nakokiyan di nava eşîrên li heremê de derbixe.     REWŞA LEŞKERÎ YA REJÎMÊ YA LI CIZÎRÊ    Bi pêşketinên dawî re Rejîma Sûriyê di milê leşkerî de teqwiye ji hêzên xwe yên Hesekê û Qamişloyê re dişîne. Rejîm ji bo Foce ya Çiyayê Kewkebê endamên leşker û çekên giran ên wekî 9 tangên T92 û doçkayên 23 yên li ser erebeyan girêdan amade kir.    Dîsa tê gotin ku serbaz Rûsî serdana Fuce Kewkeb kirine. Di heman demî de hin guhertin di Fuce Terteb a li Qamişloyê de hatine kirin û fuze li wir bicih kirine. Li gundê Xirbit Emo ya girêdayê Qamişlo jî kozikan çêdikin. Rejîm bi vê amadekariyan piştî pêvajoya dawiya DAIŞ'ê li dijî kurdan ket nava xweparastin e. Rejîm naxwaze kozikên xwe yên di Hesekê û Qamişlo berde.    REWŞA REJÎMÊ YA LI TAXA TAYΠ   Di dema dawî tevgera Rêjîmê li taxa Tayî zêde dibe. Li gorî agahiyan tevger di aliyê siyasî û leşkerî de cihê xwe dirire. Di aliyê siyasî de li gorî agahiyan Muhemed Elfaris û kurê apê wî Muhemed Ebdulrezaq weke nunerên eşîra Tayî di kongira Sutşî de hatin tayîn kirin da ku di kongirê de li dijî fedraliyê derkevin. Nunertiya Muhemed Elfaris û Kurê Apê wî di çarçoveya amadekariyên kongira Sûtşî de, bi armanca ku weke pêkhateyên herêmên ew projeya Federaliya Bakurê Sûriyê qebûl nakin, bidin nîşandan.  Di aliyekî din de dibe ku Rejîm vê yekê dike, ji bo her pêkhateyên heremê wek e nûnerekî diyar bikin û li dijî Federaliyê bidin şixûlandin.   Di aliyê leşkerî de jî, li gor agahiyan 4 erebeyên leşkerî derbasî Taxa Tayî bûne û li navenda Dîfayî El Wetanî civînek lidarxistine. Tê gotin ku armanca civînê jî ew e ku hêzekî wek e hêza HAT ya antîteror bidin avakirin û fonê endamên vî hêzî 150 hezar be. Tê zanîn ku beriya neha jî Rêjîma Sûrî hêzeke bi navê Muqeneîn (Rû Girtî) di bin rêveberiya Sereşîra Eşîra Tayî Muhammed Elfaris de dabûn avakirin. Ev hêza "Rû Girtî" zêdetir di karê tevlîheviya Qamişlo de rol dilîst.     DAIŞ LI 6 HERÊMEN IRAQ Û SÛRIYE MAYE    Herem yek bi yek ji destê DAIŞ'ê tên girtin. Piştî Elbû Kemal, niha di Iraq û Sûriyê de 6 herêm di destê wê de mane. Ji ber herêm teng in, DAIŞ mecbûrî her tim di nava tevgerê de be. 6 heremên di destê DAIŞ'ê de mane wiha ne;   1-Di navbêra bajarên Nînowa û El Enbar a sînorê Iraq û Sûriyê de, bi dirêjahî 179 km û firehî 166 km ye.   2- Di navbêra Hesekê û Dêra Zorê, ji başûrê Gola Xatûniyê heya rojhilatê çemê Firatê ku beramberê bajarê Elbû Kemal de ye, bi dirêjahî 216 km û firehî 61 km ye.   3-Çarkoşeya di çola Dêra Zorê heya nêzî navçeya El Sixna û bajarê Palmîra bi dirêjahî 172 km û firehî 84 km ye.   4- Li Rojhilatê bajarê Hema 4 gundan de ku dirêjahî 9 km û firehî 6 km de ne. Navê van gundan wiha ne: El Rewda, Recim El Sîb, Wadî Mezlûfa û Xirbet El Ezib e.   5- Li bajarê Şamê beşek ji Taxa Kevirê Reş û Kampa Yermûk ku 3 km çargoşe de ye di destê DAIŞ'ê de ye.   6- Di sêgoşeya sînorê Sûrî-Urdun-Filîstin (Îsraîl) li rojavayê bajarê Dêraa, koma girêdayê DAIŞ'ê yê bi navê Xalid Bîn El Welîd, heremekî 18 km çargoşe di bin qontrola DAIŞ'ê de ne.  Tê dîtin ku armanca DAIŞ'ê ya dixwest dewletek mezin ava bike, bi temamî têk çû. Niha ji bo li ser piyan bimîne serî li du taqtîkên şer dide.    1-Êdî ketiye pêvajoya "Lêxe û bireve" û her tim kaosê çêke.  2- Ji bo karibe xwe mayînde bike û komî serhev bike, dest bi lêgerîna cihên nû dike.    ÇI LI PEŞ ROJHILATA NAVÎN E   Ev komên di qontrola Tirkiyê de, ji ber sedemên navborî ketine nav lêgerînan. Tê gotin ku komên di nava lêgerînê de ji xeynî Tirkiyê bi dewletek din re jî ketine nava lêgerina alîkariyê. Ji ber Iraq Şiî ne wê hev qebûl nekin. Libnan a di nava nakokiyan de ye nikare alîkarî bide. Urdun a li hemberî Tirkiye nikare eniya şer veke, hevdîtinan van hêzan qebûl nekir. Tenê Filistîn û Îsraîl dimîne. Ger xwe bispêrin Îsraîl wê her kes wan bi “Ajanê Îsraîl” tewanbar bikin û êdî nikaribin muxalefetiya Sûriyê bikin. Ji bo vê jî niha li benda dewleteke ku “Lambeya kesk” ji wan re pêxin in. Êdî her kes dixwaze çareseriyek siyasî pêş bixin. Ji bo ev çareseriya siyasî çêbibe pêwîstî bi civînek giştî ya wekî Cinev ku evcar hemû aliyan bixe navxwe pêwîst e. Ji bo Cinev a nû çêbibe, ew şandeya ku berê hatibû çêkirin xira bibû, divê şandeyek nû çêbibe. Hêzên navneteweyî ku dixwazin ya Tirkiyê berteraf bikin, naxwazin careke din wî tevlî şandeya “Peywira hemû hêzan komî ser hev bike” bikin. Vê peywirî dane ser milê Erebîstana Siûdî ku hem Ereb e, hem jî derfetên madî zêde ye. Hat ragihandin ku ji bo kîjan hêz tevlî bibe diyar bikin di 22’ê kanunê de li Riyadê civînek bê lidarxistin. Civîna Cinev a ku tê gotin wê di meha Kanûnê de pêk were, ji bo tevlîbûnê bangî Tevgera Azadiyê jî bikin êdî wê ne suprîz be. Ji ber ku ev civîna Cinev a ji bo plansaziya her hêzî ya heta 2019’an deyinin holê ye, wê bixwazin ku Tevgera Azadiyê ya ku heta niha ji ber sedemên, siyasî, dîplomasî, statû û hwd bangî tu civînan nekiribûn, di vê plansaziya giştî de cih bigire.    RÛSYA JÎ DÊ TÊKEVE NAVA TEVGERÊ   Li milê din ku Rûsya civînên Cenevre red nake, di nava lêgerînan de ye. Rûsya, bang li hemû hêzên opozisyonê û Rejîmê kir ji bo di 18’ê mijdarê de li navçeya Laziqiyê Himêmiyê ya di qontrola Rejîmê de ye civînek li dar bixe. Rûsya bi vê xwest nîşan bide ku hemû pêkhateyên heremê çareseriyeke di kordînatoriya wê de dixwazin. Lê hêzên opozisyonê bi hinceta, Himêmiyê li Laziqê ye û di bin qontrola Rejîmê de ye, civînê red kirin. Rûsya, li dijî vê yekê civîna Sotşî ya li Rûsya xiste rojevê. Rejîm bêdil be jî ji neçarî qebûl bike, lê opozisyonê diyar kir ku niha ji bo şandeya werin civînê hê amade nekirine û di 22 Kanûnê de li Riyadê civîn heye. Piştre dibe ku tevlê bibin. Li gor agahiyan Rûsya sedema taloqkirina civîna Sotşî ya di 28’ê kanûnê kir ew e ku dê li benda hêzên opozisyonê ya civîna di 22’ê mehê de li Riyadê pêk wer e, bimîn e.    REWŞA BARZANÎ Û ENKS’Ê YEK E   Li başûrê Kurdistanê, piştî referandumê ku kerasetek (kaos) derket holê, yanî Mesûd Barzanî di çerçoveya referanduma “Dewleta serbûxwe” de bajarê Kerkûkê ku pir millet û pir çandî ye, dixwest wek e bajarên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê bidest bigire, asta pêşdîtin an jî xwendina wan a rojeva siyasî datîne holê. Ev rewş, di kesayeta başurê Kurdistanê û Iraqê de, tevahiya Rojhilata Navîn de di hêla modela çareseriyê de divê çewa be, da fêmkirin. Ji niha û şûnde ji komên biçûk bigire heta partî û tevgeran, êdî dîtin ku ji bo çareseriyê model an jî pergalek e “Netew-dewletî” wê neyê qebûl kirin. Partiyên kurdî yên ji salên 1946’an ve derketî heta niha, êdî pêwîst e di bername û tuzuknameyên xwe de guhertinan bikin û li ser “Netewa Demokratîk” lêhûrbûnê bikin.   Bêguman ENKS a ku bi temamî PDK’ê ve girêdayî ye, bi vê rewşî ve girêdayî şikestinek çêbû. Ev şikandin sedema xwe ji siyaseta şaş a PDK'ê digire. Ji ber ku rewşa başur a ji aliyê malbata Barzanî ve xirabûye bandora xwe li ser siyaseta ENKS'ê jî dike û dibe sedema di navbêra alîgir û endamên ENKS'ê de nakokî çêbike. Ji aliyên alîgirên ENKS'ê ve nîqaşên wek e çewa PDK di bikaranîna referandumê de israr kir û piştre xirabû, ENKS jî di vê demî de hewildana çêkirina kongreyê de heman şaşitî dike. Di nîqaşên nava alîgirên ENKS'ê de ev jî derdikeve holê ku di vê dema tevlîheviyê de “Tu hem ruxsetê ji Rêveberiya Xweserî nagirî û dixwazî bi vê awayî serbest çalakiyan pêk bînî û hem jî di daxuyaniyên xwe de her car ya Rêveberî û YPG'ê bi terorê gumanbar dikî. Di vê mijarî de israrkirin zihniyeta malbata Barzanî û PDK'ê ye.” Ji ber vê yekî jî, di rêveberiya heremî ya ENKS’ê bi taybetî li Amûdê, dixwazin bi TEV-DEM an jî PYD’ê re hevdîtinekê bikin. Ev hevdîtin dibe ku li ser daxwaza rêveberiya ENKS’ê wek e ceribandinek be. Dibe ku bixwazin nêrîna Tevgerê ya derbarê ENKS’ê ya demên dawî de hîn bibin. Lê ev jî rastiyeke ku di nav alîgir, endam û rêveberên ENKS’ê de nîqaşên derbarê “Rûxset bigirin an na” de û jihev acizbûnek jî heye.     SEKNA TEVGERA AZADIYÊ    Piştî azadkirina Reqqa û geşedanên li Dêra Zorê di aliyê, siyasî, leşkerî, dîplomasî, civakî û ewlekariyê de deskeftiyên mezin çêbûne. Bi rizgarkirina Reqqayê re, ji sedî 30-35 Sûriyê kete bin serweriya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriye. Tevgera azadiyê di milê siyasî, leşkerî, civakî, erdnigarî, ewlekariyê de serkeftinek mezin bidest xist. Piştî vê serkeftinê hêzên navneteweyî û heremî dixwazin bi Tevgera Azadiyê re cih bigirin. Tevgera Azadiyê, di vê pêvajoyî de ku civînên ji hêla hêzên navneteweyî ve bi hinceta “Çareseriyek siyasî ji bo pirsgirêka Sûriyê bê dîtin” tên amadekirin û lidarxistin, baş dişopîne, xuyaye ligel hemû muxalefetî û hewildana astengkirinê ya ji aliyê Tirkiyê û hin hêzên din ve tê kirin jî, wê Tevgera Azadiyê dawetê van civînan bikin. Eger Tevgera Azadiyê tevlî civînan bibe di çerçoveya “Netewa Demokratîk” de ku “Yekbûyîna Sûriyê û hemû gelan” diparêze, bi destûrnameya “Federaliya Demokratîk” re hatiye amadekirin, beşdar bibe. Bi taybet ji bo heremên Efrîn û Şehbayê, polîtîkaya heta “Dewleta AKP’ê ya faşist di axa Sûriye û Bakurê Sûriyê de be û piştgiriya xwe ya ji komên çete re bidomîne, wê tu caran di Sûriyê de aramî çênebe” bê meşandin. Dema mirov êrîşên dewleta tirk a li ser herêma Efrînê tenê di nava van 2 mehan de binirxîne, bîlançoyek xeter derdikeve holê. Dewleta Tirk di nava 2 mehan de, yek êrîşa bi helîkoptêr a li ser nêzî Çiyayê Berekatê di nav de 52 êrîşên bi top, hawan û bi çekan a li ser Efrîn û herêma Şehbayê, di encamê de bi dehan sivîl, şervanên QSD’ê hatin qetilkirin û bi sed hezaran dar, bax û baxçeyên sivîlan hatin şewitandin. Tenê vê bîlançoya 2 mehan jî bigire dest, pêwîstî bi parastinek ewlekariyê ya ji aliyê Ezazê, Idlib û aliyê Babê ve bê dayîn û pêşveçûnek çêbibe. Ji ber ku dewleta Tirk hem di hûndir û hem jî di siyaseta xwe ya derve de pir lawaz û tengav bûye, dixwaze bi êrîşkirina li ser Efrînê rojeva rayagiştî biguherîne. Ji bo vê jî, di demên dawî de dewleta tirk ji bo êrîşên xwe yên li ser Efrînê rewa bike, di çapemeniya xwe de bê navber “Hêzên PYD/YPG êrîşê sînor ên Artêşa Tirk kiriye” dixe rojevê.    QSD'ê li navçeya Mergêda ya herêma Dêra Zorê ku ji bo DAIŞ’ê herî stratejîk bû, bîrên petrolê û xazê rizgar kirin. QSD niha hêza parastinê li wir pêş dixe. Li vir Rejîma Beas li ser koçber û niştecihên wir polîtîkaya “Şîatiyê” dide meşandin. Ji Hesekê heta Dêra Zorê hevdîtinan bi ser eşîran re çêdike. Hewl dide ji wan komên çekdar ava bike. Tevgera Azadiyê ji bilî Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê, hem di hêla ewlekariyê û hem jî di hêla bicihkirina koçberên xebatên xwe berdewam dikin. Komîteyek taybet an jî bi navê din Maseya Qrîzê ya Koçberan bê avakirin.    Yek ji mijara herî girîng jî, hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ye. Piştî bi hilbijartina Komînan serkeftinek pêk hat. Niha amadekariyên hilbijartinên şaredariyan û meclîsa bajêran tê kirin. Tevgera azadiyê ku êdî hatiye qebûlkirin bi van hilbijartinan pergala Federaliya Bakûrê Sûriyê ava dikin. Dixwazin di vê pergalê de nûnertiya hemû partî û pêkhateyan tê de cih bigire û remza demokrasî û yekîtî û hevkariya gelan be.    MA / Edogan Altan