Serokê Şaxa ÎHD’a Dersimê Solmaz hat binçavkirin 2019-09-30 16:07:25 DERSIM – Li Dersimê piştî binçavkirina rêveberên HDP’ê, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Dersimê Gurbuz Solmaz jî hat binçavkirin.    Li Dersimê li operasyona binçavkirinê ya li dijî rêveberên HDP’ê hat destpêkirin didome. Di serdegirtina duh a li Dersimê de Hevserokên Rêxistina HDP’ê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak, rêveberên HDP’ê Yunus Aras, Cemîle Ataş, Erdal Ekîcî, endama meclîsa şaredariyê Nurgul Yalay û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Dersimê ya berê Ozge Hoşoglu hatibûn binçavkirin.    Îro jî Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Dersimê Gurbuz Solmaz hat binçavkirin. Solmaz dema bi wesayîta xwe bi rê de diçû polîsan ew sekinand û binçavkirin birin miduriyeta polîsn.    ÎFADEYÊN BINÇAVKIRIYAN DIGIRIN    Îro li Miduriyeta Polîsan a Dersimê dest bi îfade girtina rêveberên HDP’ê hat kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; di dema îfadeyan de pirsên têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin, çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman, xebatên hilbijartinê û xebatên rêxistina bajar ji HDP’iyan hatine pirsîn.