Farîsogûllari: Bi vê konseptê dixwazin vîna gelê kurd bişkînin 2019-09-30 13:32:16 WAN - Parlementerê HDP'ê Mûsa Farîsogûllarî di "Nobeta Demokrasî" ya li Wanê de axivî û got: "Darbeya qeyûm bi tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Rêya paşve şandina qeyûman di şikandina tecrîda li Îmraliyê re derbas dibe." Nobeta Demokrasiyê ya ku piştî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin di roja 43'emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku li ber avahiya HDPê ya Şaredariya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê berdewam kir de parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Musa Farîsogullari, hevşaredarên navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn. Di çalakiyê de pankarta "Ne rêveberiya qeyûm rêvberiya gel" hat vekirin û dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" hat berzkirin.    Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllarî di çalakiya îro de axivî û wiha got: "Wê bloka faşîst nikaribe vîna gelê Kurd têk bibe. AKP-MHP kîjan roja ku vîna gelê Kurd bi pêş bikeve, şerekê li dijî vê vînê dide dest pê kirin. Li dijî destkeftiyên rojavayê Kurdistanê amadekariyeke mezin a şer tê kirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam dike. Lê divê bê zanîn ku wê têkoşîna gelê Kurd bi ser keve. Darbeya qeyûm bi tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Rêya paşve şandina qeyûman di şikandina tecrîda li Îmraliyê re derbas dibe."    Piştî daxuyaniyê girseya ku dest bi rûniştinê kir helbesta "Kêr di hestî de ye" xwend. Çalakiya îro bi strana hunermendê nemir Aram Tîgran a "Ay Dîlberê" bi dawî bû.