Diba Keskin bi Erdîşiyan re civiya 2019-09-30 13:16:13 WAN - Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn a piştî 4 salan, berî heftiyekê hat berdan bi gelê Erdîşê re li hev civiyan. Keskîn di axaftina kir de, wiha got: “Li ku derê dibe bila bibe, min vîna gelê me yê teslîmî me kiriye, bi her awayî temsîl kir.”  Hevşaredara navçeya Erdîş a Wanê ya berê Dîba Keskîn ku di 14'ê Cotmeha 2015'an de hatibû girtin û piştî 4 salan di heftiya derbas bûyî de hat berdan, bi gelê Erdîşê re hatin gelhev.    Keskîn di ketina navçeyê de ji aliyê jinan ve hat pêşwazî kirin. Keskîn ji ber lêpirsîneke ku berê derbarê wê de hatibû vekirin dest pê kê çû Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û îfade da. Keskîn piştî îfadeyê bi komek xerebalixre derbasî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, di hevdîtina bi Keskîn re, diyar kir ku ji bo destkeftiyên gelê kurd ji holê rakirin qeyûm tayînê şaredariyan kirin û got: “Wê demê hemû hevşaredarên me girtin. Siyasetmedarên me bedal dan. Dema ku ev bedal dan, tu carî paşve gav ne avêtin.”   'MIN VÎNA GEL BI SERBILINDÎ TEMSÎL KIR’   Dîba Keskîn jî, anî ziman ku tu tişt ji azadiyê, welatê mirov, hebûna mirov û rûmenta mirov bi qîmetir nîne. Keskîn, da zanîn ku hemû têkoşîn û jiyana wan li ser van nirxan hatiye avakirin û wiha bilêv kir: “Li ku derê dibe bila bibe, min vîna gelê me yê teslîmî me kiriye, bi her awayî temsîl kir. Ger rûmet mirov hebe, wê karibe li her derî serbilind be.”