Rêveberê HDP'ê di derketina partiyê de hat binçavkirin 2019-09-30 13:10:19 AMED - Rêveberê Bajar ê HDP'ê yê Amedê Âlî Îhsan Karahan, di derketina bînaya HDP'ê de ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.  Rêbeveberê Bajar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Âlî Îhsan Karahan, duh di saetên êvarê de dema ku ji avahiya HDP'ê ya Amedê derdiket, di derketina bînayê de ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Karahanê ku sedema binçavkirina wî nayê zanîn birin Miduriyeta Polisan a Amedê.