Welatiyên Sîlîvrî yên li navenda erdhejê bi fikar in 2019-09-30 11:08:55 STENBOL – Welatiyên li navçeya Sîlîvrî yên li navenda erdhejê diyar kirin ku bi fikar in û şevê xwe li derve derbas dikin. Welatiyan sersariya rayedaran rexne kirin û destnîşan kirin ku rayedar eleqeyê nişanî wan nadin.  Di 26'ê Îlonê de li Herêma Marmarayê li navenda Sîlîvrî erdheja hêza wê 5,8 pêl pêk hat. Erdheja ku hemû bajarê Stenbolê hejand, welatiyên Stenbolê xistin nava tirsek gelek mezin. Piştî vê erdhejê 300 erdhejên biçûk pêk hat. Ji ber ku her roj Stenbol diheje welatiyên Silîvrî yên li navenda erdhejê ne ji tirs û fikara welatiyan pir zêde ye û bi şev li derve darizên. Welatiyan bertek nîşanî rayedaran dan û anîn ziman ku rayedar sersar û bê eleqe nêzî welatiyan dibin.    MIROV PIR BI FIKAR IN   Hîkmet Toprakkaya yê li xaniyên Şaredariya Sîlîvrî baxçevaniyê dike diyar kir ku pêwist bû beriya erdhejê tedbîr hatibûna girtin û mirov pir bi fikar in. Toprakkaya, anî ziman ku li Sîlîvrî xaniyên 30-40 salî hene û wiha got: "Avahiyên kevn pir ne saxlem in. Tevî dibistanan gelek xanî zerar dîtine. Her carekê erd diheje hemû gelê Sîlîvrî derdikevin derve. Ez li sîteyê baxçevaniyê dikim. Ji ber talûkeyê deriyan vekirî dihêlim.    BI TIRSA ERDHEJEK DIN DIJÎN    Welatiya navçeyê Şerife Kiran jî diyar kir ku ji ber erdhejê pir ditirsin. Welatiyê bi eslê xwe ji Sîvasê ye Halim Dogan jî anî ziman ku bi fikara ku erdhejek mezintir pêk bê mirov di nava fikaran de dijin. Pişti vê erdhejê her ku Stenbol diheje gel xwe davêjin derve."    Welatî Menderes Korkmaz jî anî ziman ku piştî erdheje Şaredarê Sîlîvrî gel bi tenê hişt û wiha got: "Em di erebeyên xwe de û çadirên xwe de razan. Rayedaran nehat pirsa me nekir. Şaredariya Sîlîvrî nehat piştgirî neta me û li cem me nesekinî. Her kesê bi derfetên xwe tev geriyan. Her kes di nava fikaran de ye."    Welatî Gulcan û Kemal Fistik ku li qada navçeye radiwestin, Malbata Fistik ku li taxa Alîbey a Sîlîvrî dijîn jî diyar kirin ku ji ber xaniyê wan di erdhejê de qelişî, rayedaran deriyê xanî mohr kir û niha li derve dijîn. Gulcan Fistik, anî ziman ku avahiya wan a li Alibeyê mohr kirin û wiha got: "Cihekî em lê bijîn tune ye. Em ditirsin. Em niha nikarin ji qadê dûr bikevin. Em şevê din li cem hevalekî xwe man. Lê em rojek din li ku bimînin em nizanin."    Karkerê Otoparkê Hasan Daylan jî anî ziman ku li Taxa Alibeyê apartmana Aktaş zerarek mezin dîtiye û hemû welatiyên li avahiyê vala kirine û niha li derve dijîn. Daylan, anî ziman ku hin şêniyên avahiyê li otelan dimînin û hinek jî li qadê dimînin û welatî tev mexdûr in."