Bariş: Zarokên li sêwîxaneya Nevşehîrê hatin dîtin bila bidin malbata wan 2019-09-30 10:50:03 STENBOL – Serokê Avakarê Weqfa Çandê ya Êzidî Azad Bariş xwest du zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve li Şengalê hatin revandin û li sêwîxaneyek Nevşehîrê hatin dîtin bidin malbatê wan.  DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxas 2014’an de êrîşî ser warê êzîdiyan Şengalê kiribû û bi hezaran jin û zarok revandibûn. Ji van zarokên revandî yek jê 9 salî û ya din jî 11 salî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, li sêwîxaneyek li bajarê Nevşehîrê hatin dîtin. Xwişk û birayên zarokan çûn hevdîtin bi wan re kirin. Ji zarokan ji bo DNA’yê xwîn girtin û li gorî xwînê zarok xwişk û birayê hev derketine. Tevî ku zarokan xwest biçin gel malbata xwe jî bi hênceta karên fermî radestî malbata xwe nehatin kirin. Serokê Avakarê Weqfa Çandê ya Êzidî Azad Bariş xwest ku gavek berê gavekê zarok radestî malbata xwe bên kirin.    ‘DIVÊ LÊPIRSÎNEK BERFIREH BÊ KIRIN’    Bariş di destpêka axaftina xwe de komkujiya li Şengalê bibîr xist û got: “Bi hezaran zarok û jinên êzîdiyan hatin revandin û li hin welatên Îslamê li bazarên koleyan hatin firotin. Hemû dinya ji vê yekê re bêdeng ma. Dema mesele bibe zarok divê hemû welat bêtir hesas tevbigerin. Herî dawî du zarok li Nevşehîrê hatin dîtin. Şengal û Êzîdxan li ku ye û Nevşehîr li ku ye. Dema ev zarok hatine revandin yek jê 4 salî û ya din jî 6 salî bûne. Hêj di serdema xwe pidikbûnê de bûne DAIŞ’ê ew revandine, komkujî pêk anîne, malbatên wan revandine û van zarokan birine Nevşehîrê. Divê dozgeran demildest lêpirsînek berfireh bidana destpêkirin û pêwîst bû îfadeyên wan berpirsên sêwîxaneyê bigirtana.”   ‘NEXWÊ EW JÎ ŞÎRIKÊ SÛC IN’    Bariş anî ziman ku ev zarok ji aliyê malbatek Tirkmen ve hatine revandin û anîne Tirkiyeyê û got: “Mixabin dema mijar dibe kurd û êzidî hemû hiqûqa netewî û navnetewî bêdeng dimîne. Hejmara zarokên hatine revandin û anîne Tirkiyeyê ewqas nîn in. Çimkî DAIŞ li vir cîrdan diavêjin. Qatilên me li vî welatî dijîn. Daxwaza me ew e van qatilan derxin pêşberî edaletê û hemûyan ceza bikin. Heke ev tişt li deverek din a dinyayê bibûya wê erd û esman bihejiya. Wê hemû çapemenî, hemû dinya, hemû serowezîr û wezîr ên dinyayê dê demildest biçûna hewara wan zarokan. Binêrin kes ji bo van zarokan gotinekê nake. Çimkî dema mesele dibin kurd dewlet xwe vedigerîne qabîleyekê. Ji bo ji me tolê hilîne bêtir êşê bi me dide kişandin û hemû mekanîzmayan bêdeng dike. Dewlet xwedî li zarokan dernakeve lê li qatilan xwedî derdikeve. Heke dewlet van kesan danerizîne tê wateya ku bûye şîrikê sûcê wan.”    BANGA LEZGÎN KIR    Bariş da zanîn ku armanca li vir hiştina zarokan ku wan bikin misilman û bang li Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li hemû hêzên netewî û navnetewî kir ku zarokan radestî malbata wan bikin an jî radestî wan bikin. Bariş got ew wek êzidiyan dê pey meseleyê bernedin û xwest zarok gavek berê gavekê radestî malbatê bên kirin.    MA/ Ferhat Çelîk