Li malê gule li serê wê reşandî hat dîtin 2019-09-30 09:50:51   ÎZMÎR - Jina 22 salî Tugçe Baran li mala xwe ya li Bûca ya Îzmîrê gule li serê wê reşandî hat dîtin. Baran a rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Welatiyên derdorê, îdîa kirin ku piştî dengê çekê, kes bi revê ji apartmanê derket û çû.      Welatiyên li Taxa Kûrûçeşme ya navçeya Bûca ya Îzmîrê rûdinin, di saetên serê sibê yên duh de li ser bihîstina dengê çekê, agahî dan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyer, ketin mal bi guman. Polîsan jinan 22 salî Tugçe Baran a gule li serê wê hatibû reşandin dîtin.    Baran a bi girîna birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bûcayê. Baran, ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Baran piştî lêkolîna dozger rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.     Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan dest pê kirin. Welatiyên derdorê, îdîakirin ku piştî dengê çekê, kes bi revê ji apartmanê derket û çû.