Li Esenyûrtê mudaxileya polîsan: Bulbul ê HDP'î rakirin nexweşxanê 2019-09-29 19:37:02   STENBOL - Polîsan li Esenyûrtê mudaxileyî "Nobeta Demokrasiyê" kirin, gelek kes binçav kirin û parlementerên HDP'ê derp kirin. Di mudaxileyê de, wekîlê HDP'ê Kemal Bulbul ji ser hişê xwe çû û rakirin nexweşxanê.   Wezirê Karê Hundir di 19'e Tebaxê de qeyûm tayinî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî li Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiya "Nobeta Demokratiyê" ya li dijî tayînkirina qeyûm li Stenbol û Îzmîrê jî dan dest pê kirin. Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Stenbolê li Qeda Bajêr a Cumhyriyetê ya Esenyûrtê hat lidarxistin. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, parlementerên HDP'ê Mûrat Çepnî, Sarûhan Olûç, Kemal Bulbul, Omer Ocalan û Nejdet Îpekyuz, wekîlê CHP'ê Alî Şeker, nûnerên gelek rêxistin û saziyên kedê beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan derdora Qadê girtin û ketin û derketina qadê li gel girtin.   MIZGEFT VALE KIRIN    Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî girseya kom bibû kirin. Di dema êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn, girseya belavî kolanan bûn bê navber li tilîlî û fitikan xistin û meş lidarxistin. Girseyê di meşê de dirûşmeyên "Wê maf, edalet û hiqûq bi HDP'ê were", "HDP gele gel li vê derê ye" û "Bi berxwedanê emê qezenc bikin" avêtin. Di heman demê de polîsan Mizgefta Navendî ya Serhan Tîrîl a li Esenyûrtê vale kirin û gel ji cihê qadê dûr kirin.   WEKÎLÊ HDP'Ê BULBUL RAKIRIN NEXWEŞXANÊ   Di dema mudaxileyê de nîqaş dinavbara polîs û HDP'iyan de derket. Wekîlê HDP'ê Kemal Bulbul di mudaxileyê de birîndar bû. Bulbul bi ambulansê rakirin nexweşxanê. Polîsan di dema mudaxileyê de 10 kes binçavkirin û her 10 kes derp kirin. Her 10 kesên navê wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Esenyûrtê.    OLÛÇ: EM ŞERMEZAR DIKIN   Wekîlê HDP'ê Sarûhan Olûç, li qadê axaftinek kir û wiha got: "Me xwest em bi rêxistinên pişeyî re daxuyaniyekê bidin. Lê destûr nedan  me. Em vê şermezar dikin. Em dixwazin bêjin ku wê tu caran têkoşîna demokrasî û hiqûqê ya li Tirkiyeyê bi dawî nebe. Hemû kesên ku piştgirî dan me em spasiya wan dikin. Jixwe em bi hevre ne. Emê piştevaniyê hîn zêdetir mezin bikin.    Ozlem Tolû jî li ser navê KESK'ê axivî û wiha got: "Emê ji bo aştî û demokrasiyê li gel wekîlên HDP'ê bin. Kesên ku behsa vîna gel dikin, îro vîna gel xesp dikin. Bi vî awayî pêkanînên xwe yên dij demokratîk bi rêve dibin. Em baş dizanîn ku ev pêvajo ne nû ye. Emê nêzîkatiya xwe ya alîgirê demokrasiyê berdewam bikin."