30 sal in girtî ye û nayê dermankirin 2017-11-30 09:20:51 EDENE- Ramazan Ceylan, wasiyê Kemal Ozelmali yê nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye û 30 sal in di girtîgehê de ye, anî ziman ku Ozelmalê bi lêgerîna tazî re rû bi rû maye û di heman demê de ji ber prostatê tê tedawîkirin û divê demildest bê tedawîkirin.  Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê her diçe rewşa girtiyê bi navê Kemal Ozelmali ku nexweşîna Wernicke Korsakoffê lê peyda bûye xerabtir dibe. Wasiyê wî Ramazan Ceylan, di 27’ê Mijdarê de çû serdana wî û rewşa dawî ya Ozelmali ragihand.    Ceylan, anî ziman ku Ozelmali yê ku 30 sal in girtiye bi zor û heft bela radibe ser piya û ji ber di kabîna hevdîtinê de sandalye tune ye nikare li ser piya bisekine û ji bo destekê xwe dispêre dîwarê kabînê. Ceylan, diyar kir ku Ozelmalê ew nas nekiriye û wiha got: “J imin pirsî ‘Tu ji ÎHD’ê hatiyî?’ ÎHD’ê dizane. Min xwe da nasîn, lê dîsa jî min nas nekir. Min jê pirsî ‘Te dibin nexweşxaneyê?’ Got ‘Çend caran birin.’”    Ceylan, got ku ji ber platîna di lingê xwe de Ozelmali bi lêgerîna tazî re rû bi rû maye. Ceylan, diyar kir ku Ozelmali ji ber nexweşîna prostatê tedawî dibe û divê demildest bê tedawîkirin. Ceylan ev tişt gotin: “Kemal Ozelmali ji min re got ‘Niha divê demildest ji ber prostatê tedawî û emeliyat bibim. 20 deqîqeyan carekê diçim lawaboyê. Ev yek hem di warê moral hem jî fizîkî de bandorê li min dike û ji ber vê hevalên xwe nerihet dikim. A rast divê kesekî di rewşa min de ne di girtîgehê de be. Hîn jî fêm nakim ka ji bo çi di girtîgehê de me. Demek berê ji bo tahliyeyê min ji Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê re daxwaznameyek nivîsand. Lê belê tu bersiv nehat. Dixwazim raya giştî vê rewşa min ragihîne.”    ‘REWŞA WÎ CIDÎ YE’    Ceylan, xwest ku Ozelmali bê tehliyekirin û li derve bê tedawîkirin. Ceylan wiha axivî: “Êdî tu tişt nayê bîra wî, nikare biaxive. Du deqîqe şûnde heman axaftinê dubare dike. Divê girtiyekî bi vî awayî demildest bê berdan û bê tedawîkirin. Rewşa wî cidî ye. Em bang li wijdanê dozger û dadweran dikin; bila demildest bê tehliyekirin.”    MA / Hamdullah Kesen