'Deriyê kawîşan bi destûra wezîr tê vekirin' 2019-09-29 14:31:37   STENBOL – Parlamenterê CHP'ê Utku Çakirozer, piştî erdheja li Stenbolê rojnamegerên li Girtîgeha Silivrî ziyaret kir. Çakirozer, diyar kir ku rojnamegeran xwestiye roja erdhejê deriyê kawîşan vekirî bê hiştin, lê ev yek qebûl nekirine.    Parlamenterê CHP'ê Utku Çakirozer, piştî erdheja li Stenbolê li Girtîgeha Sîlîvrî rojnameger, nivîskar û karsaz ziyaret kirin. Çakirozer,  diyar kir ku girtî dema li hewşa girtîgehê bûn erdhej pêk hatiye. Çakiroz, anî ziman ku rojnamegeran xwestiye ku piştî erdhejê deriyên kawîşan vekirî bê hiştin, lê destûr nedane vê yekê. Çakirozer, destnîşan kir ku dema rojnamegeran xwestiye derî vekirî bê hiştin bersîva ‘Ew derî tenê bi destûra Wezîrê Dadê dikare bê vekirin.' dane wan û deriyê Girtîgeha Silivrî bi hinceta destûra Wezîr nehatine vekirin.    Çakirozer, destnîşan kir ku li Girtîgeha Sîlîvrî  22 hezar û 700 girtî û 490 personel dimînin.