Ji ber silav da girtî û bi destê wî girt salek ceza lê birîn 2019-09-29 12:12:34   MÊRDÎN – Rayedarên Girtîgeha Turkoglu bi sedema ku Abdurrahim Avci dema çû ziyareta kurê xwe û silav da girtiyekî din û bi destê wî girt, rastî neheqî û salek cezayê hevdîtinê hat. Baş Avci, diyar kir ku ji ber êdî nikare bi kurê xwe re hevdîtin bike ji jiyana kurê xwe bi fikar e.    Bav Abdurrahîm Avci ê 50 salî li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê çû ziyareta kurê xwe Murat Avci yê 24 salî. Dema Bav Abdürrahim Avci kurê xwe ziyaret kir, ji ber di ziyareta kurê xwe de silav da girtiyekî din û bi destê wî girt, rastî heqareta rayedaran hat. Piştre Midûriyeta Saziya Înfazê ya Girtîgehê bi îdîaya “Pergala saziya înfaza ceza xera kiriye" salek cezayê hevdîtinê li bav Avci birî. Bav Avci, anî ziman ku kurê wî Murat 3 sal berê li Qasorê hat girtin û ji wir şandin Girtîgeha Mêrdîn, Tersûs û piştre sewqî girtîgeha Turkoglu kirine. Avci, da zanîn ku kurê wî di meha Tebaxê de rastî lêdan û îşkenceya gartiyanan hatiye û ji rewşa kurê xwe bi fikar e.    MA / Ahmet Kanbal