Budçeya şaredariyê ji bo gofret, durum, kek, simîd, loqum... xerc kiriye 2019-09-29 09:07:31     WAN - Qeymeqam û Qeyûm Atif Çîçeklî ku tayînî Şaredariya Artemêtanê hatibû kirin û 2 sal û nîvan şaredarî bi rê ve bir, ji ber pereyên ji bo loqum, gofret, simîdên qendîlê, kek, durum, ava fêkiyan hatin xerckirin pir zêde bûye, kiriye 3-4 par. Her wiha piraniya budçeya şaredariyê jî ji bo hin saziyan hatiye xerckirin.    Qeyûmê tayînî Şaredariya Artemêtan a Wanê hat kirin jî pereyê şaredariyê daye bi gofret, loqum, ava fêkiyan û kekan. Qeymeqam û Qeyûm Atif Çîçeklî ku di sala 2016'an de tayînî Şaredariya Artemêtanê hat kirin û ji ber li ser goristana ermeniyan WC çê kiribû bûbû rojev, derket holê ku budçeya şaredariyê ji bo tiştên pir ecêb xerc kiriye. Çîçeklî, di 11'ê Îlona 2016'an de hat tayînkirin û heta 31'ê Adara 2019'an şaredarî bi rê ve bir. Di vî du sal û nîvî de Çîçeklî, piraniya budçeya şaredariyê ji bo qeymeqamtî û hin sazî û dezgehên din xerc kiriye. Her wiha tişta balê dikişîne jî ew e ku Çîçeklî gelek pere ji bo gofret, ecîn, loqum, duruma goştî mirîşkan, simîdên qendîlê, kek û ava fêkiyan xerc kiriye.    LOQUM, KEK, AVA FÊKIYAN, GOFRET, DURUM...    Qeyûm Çîçeklî gava li ser kar bûye ji budçeya şaredariyê bi 176 hezar lîreyî loqum, bi 152 hezar lîreyî simîdên qendîlê, bi 139 hezar û 946 lîreyî kek, ava fêkiyan, gofret, ji dadtliyan û peqleweyê jî 56 hezar lîre xerc kiriye. Her wiha Çîçeklî ji bo donera mirîşkan jî 373 hezar û 302 lîre, ji bo boxçika cihêzan 40 hezar û 460 lîre xerc kiriye. Ji bo festîvala "ayran aşi balik başi" 343 hezar û 248 lîre xerc kiriye. Çîçeklî, ji budçeya şaredariyê pereyê ji bo mihrîcana navbirî xerc kiriye, 200 hezra lîre tenê ji bo xemilandina qada mihrîcanê xerc kiriye.    Hat dayîn ku ji ber pereyê hatiye xerckirin zêde bûye, li du-sê an jî sê-çar caran hatiye parvekirin. Li gorî belgeyên derketin holê; di 14'ê Tebaxa 2018'an de ji bo duruma goştê mirîşkan û dew 276 hezar lîre hatiye xerckirin. Lê ji ber ev pere kirîna yekser derbas kiriye, di nav heman rojê de 276 hezar lîre hatiye dabşekirin; 69 hezar, 69 hezar, 70 hezar û 68 hezar. Bi vî awayî durum û dew hatine kirîn. Her wiha ji bo pêdiviyên Navenda Şêwirandinê ya Malbatê (ADEM) jî di heman rojê de carekê bi 76 hezar, carekî bi 66 hezar û carekê jî bi 65 hezar lîreyî malzeme hatine kirîn.    PERE JI BO SAZIYAN HAT XERCKIRIN    Qeyûm Çîçeklî, piraniya budçeya şaredariyê ji bo avahiya qeymeqamtiyê, ji bo Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî û ji bo Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî (SYDV) xerc kiriye. Ji bo midûriyeta perwerdehiyê 452 hezar, ji bo Eywana Werzîşê ua Nûr Tatar ku girêdayî Midûriyeta Werzîşê ya Bajêr e 350 hezar û ji bo SYDV'ê jî 752 hezar û 600 lîre pere hatiye xerckirin.    Hema bêje Qeyûm Çîçeklî ji budçeya şaredariyê hemû pêdiviyên avahiya qeymeqamtiyê jî peyda kiriye. Ji bo mobîlyayên avahiya qeymeqamtiyê 77 hezar, ji bo perdeyan 6 hezar, ji bo malzemeyên tefrîşatê 77 hezar, ji bo sererastkirina lojmanên qeymeqamtiyê 76 hezar û 818 hezar, ji bo kulîlk û kulîlkdankan 6 hezar, ji bo amûrên înşeatê 33 hezar û 335 hezar, ji bo tamîratê 21 hezar û 21 lîre, careke din ji bo tamîratê 63 hezar lîre yanî bi giştî 500 hezar lîre hatiye xerckirin.