Xwendekar di rêya bêpeyarê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin 2019-09-29 09:02:35   ÊLIH – Li Êlihê, piştî xebatên ji bo firehkirina rê yên li Bûlwara Demokrasiyê, ji ber nesererastkirina peyarêyan xwendekar bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin.    Li Êlihê, ji ber tengbûna rê ya li Bûlwara Demokrasiyê wesayît bi rihetî nikaribûn biçin. Ji ber vê beriya hilbijartina 31'ê Adarê xebatên firehkirina rê dest pê kirin. Ev xebat aîdî Rêyên Bejahiyî bû, lê belê Şaredariya êlihê hilgirt ser xwe û di meha Gulanêd e qedand. Lê belê ji ber ku heta niha peyarêyên bûlwarê nehatine çêkirin, nexasim di dema xwendekar ji dibistanê dertên de, çûnhatineke zêde çê dibe û ji ber vê xwendekar bi zor û zehmtiyan re rû bi rû dimînin.    WÊ KÎ HESAB BIDE?    Xwendekarê lîseyê Nûrûllah Oncer, bilêv kir ku ew bi mirinê re rû bi rû dimînin û got: "Çend roj berê her çend li ciheke ku qedexe ye wesayît tê de biçin, hindik mabû wesayîtek li min biqelibiya. Ji ber wesayît ji dû me tên em wan nabînin. Eger li vira tiştek bê serê me wê kî hesab bide?"    Xwendekar Mehmet Emîn Dogantekîn jî anî ziman ku çêkirina peyarêyan şert e û got: "Li pişt Baroya Êlihê herî kêm 5 dibistan hene. Li van dibistanan herî kêm hezar xwendekar hene û xwendekar di vê rêyê de diçin û tên. Di dema derketina ji dibistanê de ev der pir qelebalix dibe. Her cara em ji dibistanê derdikevin em bi mirinê re rû bi rû dimînin."    Xwendekar Gulbahar Sonmezsoy jî diyar kir ku ji bo bi rihetîd erbasî wî aliyî bibin divê derbaseyeke peyayan hebe û got: "Pêdivî bi peyarêyê heye."    Têkildarî mijarê em çûn cem Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Êlihê Alamettîn Kîlvan. Kîlvan, anî ziman ku wan bi desteke Rêyên Bejahiyî asfalt rijandiye ser rê û got, çêkirina peyarêyan jî karê Rêyên Bejahiyî ye û got, ew ê nivîsekê ji Rêyên bejahiyî re bişînin û daxwaz bikin ku peyarê bên çêkirin.